Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxuyaniya dawî ya civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî – xola  70yemîn

February 27, 2024
in Daxwiyanî
Reading Time: 6 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxuyaniya dumahiyê

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di 24ê sibatê de civîna xwe ya 70yemîn li gundewarê Helebê lidar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina Fatiheyê ji bo giyanê şehîdên bêguneh li Sûriyê û Xezayê dest pê kir. Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra şiroveyeke siyasî pêşkêş kir û kopyeyek ji raporên karê Serokatiyê û Cîgirên Serok û Emîndariya Giştî ji civatê re pêşkêş kir.

Desteya Serokatiya Hevbendiyê tekez kir ku hewlên berê yên hêzên şoreşê û opozisyonê bûne alîkar ku dosya Sûriyê di civînên herêmî û navdewletî de zindî bimîne, û hewlên niha dê xizmeta armanca zêdekirina têkeliyên navdewletî bi rewşa Sûriyê re bikin, ji bo bidestxistina pêşketinan di pêvajoya siyasî de ber bi veguheztina siyasî ya berfireh li welat li gorî biryarên navdewletî.

Desteya giştî ya Hevbendiyê tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna dadweriyê li Sûriyê û sizadana berpirsên tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên cengê kir, û cextî li ser wê yekê kir ku ne pêkan e çareseriyeke siyasî ya berfireh li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê jimare 2118 (2013) û 2254 (2015) pêk were bêyî dadweriya domdar cîbicî bibe .

Her wiha tekezî li ser pêwîstiya pabendiya welatan bi rawestandina pirosesên asayîkirina têkiliyan bi rêjîmê re kir, ji ber ku ew yek dibe sedema dirêjkirina êş û azarên gelê Sûriyê. Û endamên desteya giştî bal kişandin ser hewlên revenda Sûriyê bi taybetî ya li Amerîkayê di vê çarçoveyê de. Her wiha destxweşî dan hewlên Ewropa û welatên bira û yên dost ên ku piştgiriya xwe ji proseya siyasî re li gorî biryara 2254 tekez dikin, her weha bizavên rêxistin û saziyên ku bi xurtî ji bo pêkanîna dadmendiyê û bicîanîna daxwazên gelê Sûriyê kar dikin bilind nirxandin.

Beşdaran tekezî li ser navendîbûna mijara girtî û windayan di karê Hevbendiya Niştimanî û civînên wê yên navdewletî bi nûnerên curbicur ên welatan û rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar re kirin, bi rêya daxwazkirina pêkanîna fişareke cidî li ser hevalbendên rêjîmê ji bo berdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa windayan.

Endamên desteya giştî bal kişandin ser trajediya mirovî ya berdewam a ku koçberkiriyên Sûrî tê de dijîn, ya ku bi destê rêjîma Esed û piştgirên wê hatiye çêkirin, û sistbûna navdewletî di mijara peydakirina çareseriyeke siyasî de ew trajedya kûrtir kir, û ji ber ku hin welatên bexşkar sozên xwe di konferansên bexşkaran de pêk nanîn rewş xerabtir bû.

Di civînê de amadebûyan bal kişandin ser rewşa penaberên Sûriyê li welatên curbicur ên cîhanê, bi taybetî li Libnanê, û hewlên ku bi rêya Girûpa Kar a Koçber û Derbideran a Hevbendiyê bi rêya peywendiyên wê yên bi aliyên navdewletî re ji bo kêmkirina azarên wan û rawestandina binpêkirinên dijî wan pêk tên gotûbêj kirin.

Desteya Giştî li axaftina serokê desteya danûstandinan a Sûrî guhdarî kir ku tê de behsa pêşhatên siyasî û hewildanên ji bo mana dosyaya Sûriyê li ser maseya Netewên Yekbûyî û bilindkirina pileya guhdana bi dosya Sûriyê li ser asta navdewletî kir.

Desteya Giştî raportên hikûmeta Sûrî ya demkî gengeşe kirin, û bal kişand li ser hewlên wê ji bo baştirkirina xizmetguzariyên ku ji welatiyan re tên pêşkêşkirin, û pesendkirina pirojeya avakirin û amadekirina nexweşxaneya zanîngehê, û hewldanên wezaretan bi taybetî ya bergiriyê û ya navxwe û ya dadweriyê, di çarçoveya bidestxistina ewlehî û aramiyê de gengeşe kirin.

Di civînê de amadebûyan tekezî li ser bihêzkirina rewatiya Hevbendiya Niştimanî li navçeyên rizgarkirî kirin, bi rêya Grûpên Kar ên ku ji aliyê Hevbendiyê ve hatine avakirin, û pêkanîna peywendiyan bi tevaya aliyên çalak û pispor re li gorî taybetmendî û karînên wan, û Karên ku wan Girûpan bi cih anîne û planên wan ji bo qonaxa bê nirxandin, amadebûyan bal kişandin ser pêwîstiya zêdekirina kar kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên rizgarkirî di riya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re.

Di civînê de amadebûyan behsa ketwara navçeyên rizgarkirî û karê hikûmeta demkî di warên ewlekarî, aborî, xizmetguzarî, debara jiyanê û perwerdeyê de kirin, û tekezî li ser pêwîstiya başkirina proseya xwendinê û berfirehkirina ku Hikûmeta Demkî di  enstîtuyên taybet bi amadekirina mamostayan pê radibe kirin, û karkirina ji bo dabînkirina bernameyên hevbeş ligel zanîngehên biyanî û peydakirina bûrsên xwendekaran bo zanîngehên biyanî, û herwiha tekezî li ser giringiya hewlên Wezareta Berevaniyê kirin ji bo bihêzkirina Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bi riya temamkirina qonaxên pêşkeftî di Koleja Leşkerî de, ya ku wê beşdariyê di peydakirina pisporan serbazî  de bike da ku Artêşa Niştimanî bi baştirîn şêwe pêşde bibin.

Civata giştî behsa rewşa aborî ya navçeyên rizgarkirî kir û tekezî li ser pêwîstiya piştevanîkirina aborî û berhemanîna xwecihî û handana veberhênanê û bikaranîna herî baş ji çavkaniyên navçeyên rizgarkirî re kir, ku dê bibe sedema baştirkirina asta dahata welatiyan. Her weha bandora erênî ya çalakiyên Sindoqa Qerzdanê di piştgirîkirina pirojeyên ewlehiya xurekê û sektorên xizmetguzariyê ji bo civakên xwecihî, ku dibe alîkar di sivikirina barê darayî li ser Sûriyan gengeşe kirin.

Beşdaran tekez kirin ku berdewamiya bombebarankirina bakurê Sûriyê, bi taybet parêzgeha Idlibê, û bikaranîna firokeyên bêfirokevan ên xwekuj li dijî armancên sivîl, yek ji wan rêbazên hovane ye ku vê dawiyê ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê ve hatiye bikaranîn, Ji bo domandina rewşa aloz û nearamiyê li navçeyê, û ji Neteweyên Yekbûyî û welatên peywendîdar di Encûmena Ewlekariyê de xwestin ku pabendbûna bi agirbesteke berfireh peyda bikin.

Desteya Giştî ya Hevbendiyê daxwaza helwestên navdewletî yên bibandor kir ji bo cîbicîkirina biryarên 2118 (2013) û 2254 (2015) bi awayekî tam, û peydakirina mîkanîzman ji bo bidestxistina dadwerîyê û sizadana tawankarên cengê û tawanên li dijî mirovatiyê bi rêya sepandina biryarên Neteweyên Yekbûyî re.

Endamên Desteya Giştî piştgirî dan tevgera aştiyane ya gelê me li Siwêdayê, ji ber ku ev tevger nûnertiya hêvî û daxwazên gelê Sûriyê yên ku di sala 2011’an de ji bo wan rabûn ser piyan dike.

Di encamê de endamên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî şanaziya xwe bi xweragirî û liberxwedana gelê Sûriyê li hember kêşeyên li ser hemû astan diyar kirin.

Dilovanî ji giyanê şehîdan re

Azadî ji girtî û wendayan re

Vegera bi dilxwazî ya ewle ji penaber û koçberkiryan re

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê

Desteya Giştî

24 Sibat 2024

Share8TweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Tawanên nû yên milîsên PYD yên terorîst li Rojhilatê Firatê

Tawanên nû yên milîsên PYD yên terorîst li Rojhilatê Firatê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.