Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasît Ebdulletîf, berdewamiya tawanên milîsên PYDê yên terorîst li dijî sivîlan li navçeyên di bin kontirola wê de li rojhilatê Firatê şermezar kir.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku milîsên PYDê yên terorîst tawanên rojane dijî sivîlan ranawestînin, nemaze girtin û kuştina di bin îşkenceyê de her weha revandin û leşkerkirina biçûkan bi darê zorê.
Ebdulletîf tekez kir ku piştgirîkirina van milîsan dibe sedema berdewamiya êş û azarên sivîlan û koçberbûna xelkê herêmê ber bi cihên ewletir li derveyî welat, û daxwaza rawestandina piştgiriya van milîsan û sizadana tawankaran kir.
Tora Xabûr a xwecihî ragihand ku xortê bi navê Xalid Tariq El-Hamid piştî 8 salan ji girtina di zindana Alaya ya milîsên PYDê yên terorîst de li bajarê Qamişlo, ji ber êşkencê û nebaşbûna tendirustiya wî piştî zindankirinê, jiyana xwe ji dest da, û di nûçeyeke din de van milîsan zarokê 15 salî Ehmed Hebeş li bajarê Qamişlo revand, da wî bixin nav rêzên milîsên xwe de.
Ev yek di demekê de ye ku milîsên PYDê yên terorîst girtin ser malên sivîlan li hejmarek ji taxên bajarê Hesekê û 16 kes bi tawana endamtiya DAIŞê girtin.
Li gorî Navenda Eurostat a Yekîtiya Ewropayê, ev yekem care rêjeya zarokên ku daxwaza penaberiyê kirine di sala 2022an de bûye %25 ji tevaya penaxwazan, û 20 % ji wan Sûrî ne, û di nav zêdetirî ji 222,000 zarokên biçûk ên daxwaza penaberiyê kirine, 19% ji wan bêkes û bitena xwe bûn.
Navendê diyar kir ku leşkerkirina bi darê zorê ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve li rojhilatê Feratê yek ji wan sedemên herî girîng e ku dihêle xelk berê xwe bidin koçberiyê, û sedemên din jî zehmetiyên aborî û qeyranên debara jiyanê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî