Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, bi rûspî û xwiyayiyên koçberkiriyên parêzgeha Humsê re li devera Şeran li gundewarê bakurê Helebê civiyan.
Di civînê de serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, behsa pirosesa siyasî ya Sûriyê, rewşa navdewletî û kêmbûna hewlên navnetewî yên ji bo dîtina çareseriyeke berdewam li Sûriyê li ser bingeha cîbicîkirina hemû biryarên Encûmena Ewlekariyê, di dema ku rijêm berdewam e di siyasetên xwe yên astengkirina bizavên navneteweyî , û bandora kêşeyên herêmî û navdewletî li ser pirsgirêka Sûriyê kir, her wiha bal kişand ser pêwîstiya guherandina helwestên civaka navneteweyî ji awayê “rêvebirina qeyranê” ber bi karkririna ciddî ji bo çareserkirina wê,ku girîngtirîn hêmana vê yekê di guhertina ketwara Sûriyê de ye, bi destpêkirina pêşxistina herêmên rizgarkirî li ser hemû astan, û avakirina pêwendî û piran di navbera Sûriyên ku daxwazên wan yek in de, ew daxwazên ku ji sala 2011an de ji bo wan serî hildane û qurbanî dane û niha gelê swêdayê dengê xwe bo wan armancan careke din dighîne tevahiya xaka Sûriyê.
El-Behra li rewşa koçberên gundewarê bakurê Helebê û pirsgirêk û pêdawîstiyên wan di vê qonaxê de guhdarî kir.
Amadebûyan di civînê de behsa pêwîstiya pêşdebirina saziyên navçeyên rizgarkirî kirin, ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên hêja ji welatiyan re, û livandina çerxa aboriyê bi riya çavkaniyên berdest.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku Hevbendî û Hikûmeta Demkî bi çavkaniyên kêm, kar dikin ji bo baştirkirina rewşa saziyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi awayekî ku bibe alîkar ji bo pêşketina herêmê û dabînkirina ewlehî û aramiyê, bi armanca handana veberhêneran li ser karkirina li wan deveran û peydakirina derfetên kar ji gelek ciwanan re ku dibe alîkar di bilindkirina asta dahata welatiyan de, herwiha tekez kir ku pêşxistina bakur wê hêz be ji serkirdayetiya siyasî re ji bo rewşê ber bi çareseriya siyasî ya tê xwestin ve bibe, li gor biryarên 2118 û 2254 yên Encûmena Ewlekariyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî