Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, xebata baregehên Dezgeha Dexl û Dan a Giştî ya Hikûmeta Demkî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê şopand, û bi rêvebir û xebatkarên wê re hevdîtin pêk anîn, û wan jî ji hêla xwe ve qonaxên xebatê di sê beşên Dezgehê de şirove kirin: “Aşên ard, nanpêjxane, depokirin û firotin.” Li gorî berpirsên kargehê, ew genim bi rêya Dezgeha Dexl û Dan a bi ser Hikûmeta Demkî ve peyda dikin, û rojane 50 ton ard berhem didin ku beşeke mezin ji pêdawîstiyên bajarê Ezazê dabîn dikin.
Her wiha karê nanpêjxaneya Azazê ya bi ser Dezgeha Dexl û Dan ve şopand, a ku rojane 6000 tûrikên nan ên bi giraniya 1 kg dipêje û bi bihayekî kêm difroşe welatiyan, û ew yek ji 5 nanpêjgehan li gundewarê Helebê ye, yên ku Dezgeh wan bikar tîne û Qaseya Qerzdanê a Nûavakirina Sûriyê piştgiriya wan li gundewarê Helebê dike.
El-Behra got ku Dezgeha Dexl û Dan yek ji girîngtirîn pirojeyên Hikûmeta Demkî ye ya ji aliyê Qaseya Qerzdanê ve tê piştgirîkirin, û karê karkerên Dezgehê û yên nanpêjxaneyan bilind nirxand, û bal kişand ser pêwîstiya berdewamkirina hewldanên ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re.
Ji aliyê xwe ve, rêveberê şaxê Helebê yê Dezgeha Dexl û Dan a giştî Cum’a Mustefa, bal kişand ser wê yekê ku Dezgeh kar ji bo kontrolkirina pirsa dabeşkirinê di riya kesin pesendkirî ji aliyê wê ve dike, her weha hewil dide ku genim bikire û ard bi bihayekî kêm bifroşe nanpêjgehan.
Rêvebirê Beşa Kontrolkirinê li Dezgeha Dexl û Dan Îrfan El-Dadîxî, bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e enbarên genim ên li gundewarê Helebê û rojhilatê Firatê werin nûjenkirin, da ku qebareya herî mezin ji genimê ku li herêmê tê berhemdan bikirin.
Serokê Hevbendiyê tekezî li ser biryara Qaseya Qerzdanê ya nû kir ji bo dîtina riyên pratîkî ji bo kirîna genim ji cotkarên xwecihî li şûna hawirdekirina genim ji derve.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî serokatiya Desteya Rêveberiya Qaseya Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî