Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ku xweşewitandina bavê zarokê bi navê Ehmed El-Hebeş ji ber revandina kurê xwe, hawareke bilind a êş û nerazîbûnê ye di rûyê civaka navdewletî de, ya çavên xwe digre û bêdeng e li hember van tawanên berdewam.
El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku berdewamiya revandin, leşkerkirin û neçarkirina zarokan bo pêkanîna kiryarên leşkerî yên terorîstî, yek ji binpêkirinên çekdarên PYDê yên terrorist e li navçeyên ku di bin kontrola wan de ne, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku berpirsyariyên xwe hilgire û van tawanan rawestîne û tawankaran siza bike.
Hatiye zanîn ku kesekî ji devera Dêrikê li gundewarê Hesekê agir berda laşê xwe, bi sedema revandina kurê wî yê temen biçûk ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve, û birina wî bo kampeke leşkeriyê.
Jêderin xwecihî ragihandin ku milîsên PYDê yên terorîst di 9ê Sibatê de zarokê bi navê Ehmed Fersan Hebeş yê 16 salî revand, pişt re kesekî peywendî bi bavê zarok re kiriye û ew agahdar kiriye ku kurê wî tevlî xoleke perwerdeya leşkerî li yek ji baregehên milîsên PYD bûye, tevî ku gelek nexweşiyên ku ji aliyê komîteyên pizîşkî yên bajarê Qamişlo ve hatine belgekirin bi zarok re hene.
Agahiyin din tekez dikin ku milîsên PYDê yên terrorist, di 16ê vê meha sibatê de li bajarê Amûdê yê gundewarê Hesekê, keça 16 salî ya bi navê Se’idiya Ezîz Hesen revand, dema ku ew û birayê xwe ji malê derdiketin,
Diya zarok Sena Îbrahîm di yek ji hevpeyvînên vîdyoyî de got ku çekdarên PYDê zaroka wê revand û piştî sê rojan endamekî wan telefonî malbatê kir û ji wan re got ku zaroka wan dê beşdarî korseke perwerdeya leşkerî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî