Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi tundî gurkirina metirsîdar ji aliyê rêjîma Esed ve dijî xwenîşanderan li parêzgeha Siwêdayê şermezar dike, ku îro yekem xwenîşander bi gulleyên milîsên ewlekariya rêjîma Esed hat şehîdkirin, dema xwepêşandaneke gel li nêzî hola 7ê Nîsanê ya li navenda bajarê Siwêdayê bi fîşekên rasteqîn hat armanckirin.
Hevbendiya niştimanî tekez dike ku nedayîna giringiya ku tê xwestin bi dosya Sûriyê li ser asta navdewletî, dibe alîkar bo bihêzkirina rêjîma Esed da tawan û binpêkirinên zêdetir li dijî gelê Sûriyê li navçeyên cuda pêk bîne, û hişyariyê dide debrarê hiştina rêjîma Esed ku bi awayekî hovane bi xwepêşandanên Siwêdayê re serederiyê bike, her wekî ku ji sala 2011an ve danustandin bi xwenîşanderên Sûrî re kir, Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser pêwîstiya veguhestina dengê gelê me li başûrê Sûriyê kir, di rêya ragihandinê re û di civînên navdewletî de, ji bo gihandina daxwazên wî yên daddar.
Hevbendiya Niştimanî wêrekiya xelkê Siwêdayê bilind nirxand, ji ber ew rijd in li ser daxwazên xwe yên azadî, dadmendî û demokrasiyê tevî kêşe, astengî û metirsiyên ji aliyê rêjîma Esed li dijî wan , û piştgiriya xwe ya tam diyar kir ji tevgera aştiyane ya ku gel û rûsipiyên Siwêdayê serkêşiya wê bi hişyariyeke siyasî li ser bingeheke niştimanî dikin ji bo pêkanîna veguheztina siyasî li Sûriyê.
Bicihanîna daxwazên gelê Sûriyê girêdayî pêkanîna veguheztina siyasî ye, bi rêya cîbicîkirina tam ji biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê re, û bihêzkirina gelê Sûriyê da çarenivîsa xwe bi dest xwe ve bîne û Sûrya paşerojê li ser bingeha prensîbên azadî, dadperwerî, demokrasî, serweriya yasayê û mafên mirovan ava bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
28 sibat 2024