Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra ligel Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûriyê Bedir Cemus û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa, dê beşdarî sêyemîn Foruma Dîplomasî ya Antalyayê bibin, ya ku wê di 1 ta 3ê heyva Adarê de, di bin çavdêriya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û bi destpêşxeriya Wezareta Karûbarê Derve ya Komara Tirkiyê li dar bikeve.
Di korbendê de rayedarên wek wezîrên derve, dîplomat, lîderên karsaz, akademîsyen, navendên ramangîriyê, nûnerên ciwanan û medyakar beşdar dibin ji bo pêkanîna nîqaşeke berfireh.
Li kêleka vê forumê, El-Behra dê bi hejmarek ji berpirs û beşdaran re bicive û pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosya Sûriyê de, û pêwîstiya pêşvebirina proseya siyasî li Sûriyê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî bi taybetî Daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 gotûbêj bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî