Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî el-Behra, sersaxîya malbata şehîd Cewad Tewfîq el-Barûkî kir ku duh çarşemê li bajarê Siwêydayê bi guleyên hêzên rêjîma Esed hat kuştin.
El-Behra wiha got: “Em sersaxiyê ji malbata şehîd Cewad Tewfîq el-Berûkî, hevalên wî, gelê me yê Siwêydayê û tevahîya gelê Sûriyê re dixwazin.”
El-Behra diyar kir ku şehîd yek ji xwepêşanderên ku mirov kare bêje her roj li Meydana Karama ya li navenda bajarê Siwêydayê beşdarî bû, meydana ku ji nîvê heyva Tebaxê ve bû sembola têkoşîna sivîl a aştyane, û daxwaza guhertina siyasî, azadî, demokrasî û dadmendiya civakî dike.
El-Behra amaje bi wê yekê kir ku el-Barûkî yê ku di sala 1972an de ji dayîk bûye, zewicî ye û du zarokên wî yên 15 û 5 salî hene, û hêvî dikir ku jiyana her du zarokên wî baştir bibe û li welatekî azad ê ku edalet têde serwer be bijîn, lûleyên çekan û yasaya daristanê lê tune be, û got ku rehmetî karsazek serbixwe bû, di avahîsaziyê de dixebitî, ew mirovek sade mîna xewn û daxwaza xwe û ya me bû, ya ku kêmtirîn maf e ji me re wek mirov.
El-Behra dît ku “şehîdê erk” weke ku Şêx Hikmet El-Hecrî ew binav kiriye, tevî amadebûna xwe ya berdewam, ew ne yek ji kesayetiyên binavûdeng di tevgera aştiyane de bû, heye ku wî nedixwest di alavên medyaya herêmî ya rojane de xwe diyar bike.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku dema vegera li wêneyên ku tora Siwêda 24, ên ji havîna borî ve rojane bê navber tên weşandin, wî dît ku el-Barûkî di gelek wêneyan ji wan de, hin caran tabloyên bi nivîs di destê wî de ne, û hin caran jî bi dengê bilind siloganan dibêje û tiliyên xwe bi nîşana serkeftinê bilind dike.
El-Behra anî ziman ku di kêliyên dawî yên jiyana şehîd de, wî silogana “Sûriye ya me ye û ne ya mala Esed e” digot, berî ku laşê wî bibe armanca guleyan, û xwe bispêre yek ji yên li kêleka xwe, paşre nema karîbû xwe li ser xwe bigre û dûrî xelkê bikeve.
El-Behra got ku dîmenên bi êş ên ku kamerayan ji kêliyên dawî yên jiyana El-Barûkî belge kirine, birîna kûr a ku ji sala 2011an ve di dilê Sûriyan de vedike, û pirsa ku tu kes bersiva wê ji me re nabêje: Çima divê em bimirin dema em daxwaza mafên xwe yên herî sade bikin?
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî