Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Munzir Siras, bombebarana hovane ya Rûsiya ya ku îro Pêncşemê li rojavayê bajarê Idlibê û derdora bajarê El-Bab li gundewarê Helebê pêk anî û bû sedema qurbaniyên sivîl şermezar kir, û tekez kir ku ev gurkirina şer binpêkirin e ji biryar û rêkeftinên navdewletî re û tawanên cengê ne li dijî xelkê bêguneh.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Siras daxwaz ji civaka navdewletî kir ku helwestên cidî bistine ji bo rawestandina kuştina sivîlan, û kar bike ji bo aktîvkirina proseya siyasî ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ya tam li welat û bidawîkirina êşên gelê Sûriyê.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsî, roja Pêncşemê, kargeheke çêkirina mehfûrên malan li nêzî rojavayê bajarê Idlibê kirin armanc, û di encamê de sivîlek hat kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn, zarokek di nav wan de hebû.
Her wiha balafirên Rûsîya dagîrker, bi çend êrîşan derdora gundê El-Hedath li derdora bajarê El-Bab, li rojhilatê Helebê armanc kir, di heman dema ku hêzên rêjîmê motorsîkletek bi mûşekeke arstekirî li Darat Îzê li gundewarê Helebê kir amanc.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî