Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulehad Stêfo, pêşwazî li biryara Parlamentoya Ewropî kir, ya ku “Xebata ji bo demokrasiyê û piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê xurt dike”, û tekez kir ku ev biryar dê bibe alîkar ji bo piştgirî û bihêzkirina Sûriyan li hember tawanên rêjîmê û stemkariya wê.
Stêfo di daxuyaniyeke rojnamevanî de, tekez kir ku redkirina asayîkirina têkiliyan bi rêjîma Esed re û berdewamiya hembêzkirina penaberan û pêşkêşkirina piştevaniyê ji wan re, mijareke pir girîng e ji bo gelê Sûriyê, da rêça hêviyên xwe yên azadî, rûmet û demokrasiyê temam bike.
Stêfo bal kişand ser girîngiya ku helwesteke cidî hember tiştên ku li Sûriyê rûdidin hebe, ji bo gihiştina çareseriyeke rasteqîn, ji ber tunebûna çareyê bûye yek ji sedemên koçberbûna Sûriyan û girankirina azarên wan, lewra divê kar ji bo pêşdebirina pêvajoya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê bibe, bi taybetî bicîanîna daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Stêfo tekez kir ku çênabe pirsa Sûriyê bibe mijareke jibîrkirî, lêbelê divê wek mijareke giring lê bê nerîn, çi di ecindeya Yekîtiya Ewropî de û çi di ya Neteweyên Yekbûyî de, ji ber ku sistbûna di dîtina çareseriyeke dadane ji doza Sûriyê re, dê alozbûnê li ser asta herêmî û navneteweyî zêdetir bike.
Endamên Parlamentoya Ewropayê bi piraniya 428 dengan, li hember 35 dengên dijber û 43 dengên bêalî, deng dan biryara ji bo xurtkirina demokrasiyê û piştgirîdana daxwazên gelê Sûriyê.
Dengdan piştî pêşkêşkirina raporekê çêbû, ku tê de derbarê rewşa Sûriyê temînî li Encûmena Ewropî, Karsparte û Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropî bo Karûbarên Derve û yê Siyasî û Ewlekariyê hat kirin, û tekez kirin ku çi asayîkirineke têkiliyan bi Esed re û vegera penaberan tune ye, bêyî ku çareseriyeke siyasî peyda bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî