Çalakvan Mihemed Hesen ji malpera me re ragihand ku, duh roja pênşemê 12 Tîrmehê, Hêzên ewlehiyê yên rêjîma Esed gule berdan koçberên Efrînê yên ku di xwestin herin bajarê Helebê, di encamê de hejmarek jin birîndar bûn.
Hesen diyar kir ku yek ji jinên birîndar bûne, Mizgîn Mistefa ya ji gundê Memol e, dema ku dixwest here bajarê Helebêgule li hustê wê ketiye , û di encamê de laşê wê pûç bûye.
Her wiha Hesen bal kişand ku rêjîma Esed rê nade xelkên Efrînê ku herin bajarê Helebê, û welatî di riya qaçaxçiyan re bi dizî derbas dibin.
Hesen da zanîn ku piraniya xelkên Efrînê xaniyên wan li Helebê hene, lê rêjîma Esed rê nade wan da ku biçin .
Derbarê rewşa xelkên koçber, Hesen tekez kir ku bi hezaran malbat dixwazin herin Helebê lê PYDê û rêjîma Esed rê nadin wan û rewşa wan pir xirab e.
Ji aliyekî din ve, Hesen bal kişand ku zaroka bi navê Fehîma Seydo, ji encama teqîna mayinkê li gundê Xazyana yê bi ser bajarokê Mabata ve jiyana xwe ji dest da.
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê û rêjîma Esed gelek astengiyan li pêş xelkên Efrînê derdixin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê