Toreya Sûriyê ya mafên mirovan dibîne ko têkçûna peymana herêmên kêmkirina şerî li başûrê Sûriyê, nîşaneke li ser têkçûna encûmena ewlehiya navdewletî, ya ko ewlehî û aştî li Sûriyê neparast, û destnîşan kir ko Waşinton jî şirîka Rûsya bû di bobelata hat serê herêmê de.
Toreyê di raporta xwe de bal kişand ser ko Waşinton şirîka bobelatê bû, ji ber wê ji nişka ve dev ji soza xwe ya parastina aramiyê li başûrê Sûriyê berda, û got ku serokê Emerîka Donald Trump di civîna Hilsinkî de, binpêkirinên peymana kêmkirina şerî yên çêbûn neanîn ziman, wek ko binpêkirina peymanê ji Waşinton re ne derd be.
Toreyê di raporta xwe ya duhî sêşembê derket, kuştina nekêmî 281 sivîlî, ji nav wan 84 zarok û 63 jin belgeh kirine, bi destê hêzên rêjîmê û Rûsya li başûrê Sûriyê hatine kuştin.
Toreyê di raporta xwe de got ko 12 komkujî pêk hatine, û 25 bûyerên zêdegavî li ser navendên zindîdar yên sivîlî hatine kirin, ji nav wan 8 bargehên bijîşkî, her weha 86 bûyerên girtinê li Dera, li herêmên vê dawiyê ketin jêr kontrola rêjîmê tomar kirine.
Toreyê anî ziman ku firokên perwane 862 bermîlên teqîner avêtine, û operasiyona leşkerî ya rêjîmê û Rûsya bû sedema derbiderbûna 340hezar kesî, hinek ji wan neçar bûne li herêmên lihevkirinên xwecihî vegerin.
Di nîveka heyva borî de Parêzgeha Dera û Qunêtira ketin ber operasiyoneke leşkerî ji hêla rêjîmê û Rûsya û Îranê, têde çekên corbicor ji wan jî yên qedexeya navdewletî li dijî herêmên niştecihan bikar anîne, hem bargehên zindîdar û yên bijîşkî hatine amanckirin, û wê hişt ko 350hezar kes ber bi herêmên sînorî ve koçber bibin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî