Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Tora Sûrî: El-Şêx beşdar e di kuştina nêzîkî 4000 kesan de 93 ji wan di bin îşkenceyê de

July 18, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Tora Sûrî: El-Şêx beşdar e di kuştina nêzîkî 4000 kesan de 93 ji wan di bin îşkenceyê de

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan duh çarşemê di raportekê de, eşkere kir ku parêzgarê berê yê Dêra Zorê yê rejîmê Semîr Osman El-Şêx, berpirs e di ber kuştina nêzîkî 4 hezar welatiyên Sûriyê de ku 93 ji wan di bin îşkenceyê de mirine û windakirina 508 kesên din.

Ev rapora Tora Sûrî derket, piştî ku rayedarên Amerîkî roja sêşemê girtina “El-Şêx” ragihand, û bal kişand ku wan hejmarek ji binpêkirinên herî diyar ên ku tawanbar di dema ku li ser karê xwe bû kirine dane wezareta dadê ya amerîkî, di nav de Îşkence, kuştin, girtin û windakirina bi zorê, yên ku di dema karê xwe de ji dawiya tîrmeha 2011 heta 15’ê kanûna paşîn 2013’an pêk anîne û hatine tomarkirin, hebûn.

Tora Sûrî kuştina 3,933 sivîlan, 312 zarok û 261 jin di nav wan de hene, li ser destê hêzên rêjîmê û milîsên girêdayî wê, ji dawiya Nîsana 2011an heta 2013an belge kiriye, ne kêmtir ji 13 pisporên ragihandinê, û 14 sivîlan di nav wan de hene, her weha herî kêm 93 kesên ku du zarok di nav wan de hene li navendên binçavkirinê yên hêzên rejîmê li parêzgeha Dêra Zorê hatine kuştin, û herî kêm 659 kes hatine girtin ku 31 jê zarok û 19 jin in, 47 jê hatin berdan û 612 kes binçavkirî mane, rewşa 508 kesan ji wan bûye windakirina kotekî.

Torê ragihand ku roja yekşemê (7.08.2011) 81 welatiyên sivîl ên ku 6 zarok û 7 jin di nav wan de hene, bi guleyên hêzên rêjîmê hatin kuştin, di dema girtina wan hêzan li ser bajarê Dêrezorê.

Roja Yekşemê (25ê Îlona 2012) Hêzên rêjîmê bi piştevaniya endamên “lîwayê 105” ê Zêrevanên Komarî, ji sê aliyan ve girtin ser taxên El-Cûra û El-Qûsûr li Dêa Zorê, û piştre bombebaran kirin. Operasyon bi top û tankan dest pê kir û bû sedema komkujiyekê têde 95 sivîl hatin kuştin, 3 zarok û 4 jin jî di nav wan de hebûn, bi awayên cuda (bi kêran an bi guleyan hatin kuştin).

Li gorî agahiyên Tora Sûrî, Semîr Osman El-Şêx, ku xelkê parêzgeha Idlibê ye, efserekî berê yê bi pileya emîd bû û xanenişîn bibû. Ji destpêka sala 2011an de hejmarek ji postên serkirdayetî wergirtin wek serokê Girtîgeha Edra ya Leşkerî û Serokê Şaxa Ewlekariya Siyasî li Parêzgeha Gundewarê Şamê.

Di 24’ê Tîrmeha 2011’an de li şûna Husên Arnûs (niha serokê hikûmeta rejîmê ye) bû parêzgarê Dêra Zorê û heta destpêka sala 2013’an li ser karê xwe ma. Ew posta wî hevdem bû bi tevgera gel li parêzgeha Dêrezorê re, û ew endamê komîta ewlekarî li parêzgehê bû ku komîteyeke erkdar e bi dana biryarên leşkerî û ewlekarî li parêzgehê.

Li gorî dîdevaniyên kesên ku ji binçavkirina li parêzgeha Dêrezorê rizgar bûne, gelek caran girtî li navenda parêzgehê dihatin komkirin, beriya ku bo cihên binçavkirinê yên li parêzgehê bên veguheztin. Û Torê bal kişand se ku El-Şêx di wê demê de berpirsyar bû di ber binpêkirinên hovane yên di çarçoveya desthilatdariya wî de pêk dighatin, ji ber ku kar ji bo rawestandina wan nekir û heye ku wî bi xwe jî fermana pêkanîna wan binpêkirinan dabe.

Û bal kişand ser wê yekê ku ev amar bi hemû hûrgiliyên xwe ve hatine tomarkirin. Û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku tometbar ew tawan kirine ji ber ku berpirsekî payebilind ê parêzgeha Dêra Zorê bû, û bê guman berpirsyariya serokê rejîma Beşar Esed jî di ber van binpêkirinan de heye, ji ber ku ew fermandarê giştî yê artêşê û hêzên çekdar e û xwediyê desthilatdariyeke bêsînor re di rijêmê de.”

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Semîr Osman El-Şêxtawanên cengê
ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendiya Niştimanî: Rêjîm mal û milkên sivîlan desteser dike ji bo deynên cenga xwe ya dijî gel bide

Hevbendiya Niştimanî: Rêjîm mal û milkên sivîlan desteser dike ji bo deynên cenga xwe ya dijî gel bide

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.