Toreke Serbixwe ya mafên mirovan ragihand ku rejîma Esed xwe bi xwe bi mirina 836 girtiyî di hundirê girtîgehên xwe de gunehbar kir, û diyar kir ku yarîpêkirina rijêmê bi qeydên medenî aşkere dike ku rijêm li pişt bi deh hezaran kiryarên revandinê ye.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan îro di raportekê de dît ku tevî aşkerebûna hemû rastiyan, lê “Konseya Ewlekariyê mirî ye”, û da zanîn ku wê windakirina nêzîkî 82 hezaran li ser destê rijêma Esed, û kuştina 14 hezaran bi îşkenceyê belge kiriye.
Û bal kişand ku rijêmê her ji gulana borî ve, dest bi diyarkirina çarenivîsa beşekî mezin ji kesên bêserûşûn kiriye, bi rêya yarîpêkirin bi data û qeydên nifûsê û tomarkirina wan di qeydên miriyan de.
Li gorî raporê, hemûyan jiyana xwe ji ber îşkenceyê jidest dane, ji bilî doxên bidarvekirinê yên ji aliyê dadgeha leşkerî ve, ku ji 37 dozan pêk tê, anku bi rêjeya 5% ji hejmara dozên hatine belgekirin.
Torê di rapora xwe de bal kişandiye ku termên miriyan ji aliyê rijêmê ji bo kesukarên wan nehatine radestkirin, û dema mirina wan nehatiye ragihandin, û berî niha binçavkirina wan di navendên girtinê de hatibû înkarkirin, û di nav wan kesên di raporê de hatibûn, neh zarok û jinek hebûn.
Raport hatiye amadekirin ligor lêkolînên berhevkirinê ji aliyê tîmên Tora Mafên Mirovan yên hatin pêkanîn di navbera jihevcudakirina datayên xwe de ku ji nêzîkî 82 hezar kesên bêseruşûn pêk tê, ligel navên kesên ku ji aliyê rijêmê li dûmahîk car hatibûn aşkerekirin.
Pêvajoya berhevkirinê diyar kir ku 77% ji doxên ku ji aliyê rijêmê li dumahîk car hatine aşkerekirin, di nav datayên tora Sûrî de hatibûn qeydkirin, û 23% ji wan dozên nû bûn ku nehatibûn belgekirin, ligel dubarekirina pêvajoya berhevkirinê ligel lîsteya qurbaniyên ku di girtîgehan de bi êşkenceyê hatine kuştin, ku hejmara wan gihişt nêzîkî 14 hezaran, her ji adara 2011ê heta Tebaxa 2018 ê.
Raportê zêde kir û got: xuya bû ku mirina 28 kesan ji ber îşkenceyê ji aliyê tora Sûrî hatibû qeydkirin, û li gor vê, rêjeya 97% ji mirinên nû di nav serjimêriya bêseruşûnan de bûn”.
Û raporê vekolînek li ser rewşa mirinên nû yên ku ji aliyê rijêmê hatine aşkerekirin diyar kiriye, û piraniya wan di navbera sala 2011 û 2012 de hatibûn girtin, û herwiha piraniya wan di girtîgeha Seydnaya leşkerî û girtîgeha 215 û ya 227 de hatibûn binçavkirin, herwiha vekolînan nîşan dan ku 41 ji kesên mirî kesukar û mirovên hev in, bira û bav û man û kurmam in.
Raportê tekez kiriye ku rijêmê radestkirina termên girtiyan bo kesukarên wan red kiriye, lewra hêjî tawana windakirinê berdewam e, heta ku ew kes sax yan jî mirî bên dîtin, ku li gor yasa navnetewî ev kesên mirî hemû dikevin di nav lîsteya bêseruşûnan de, û serokê rijêmê û rijêm yekem tohmetbar in.
Ji aliyê xwe ve, rêveberê Tora Sûrî Fedil Ebdulxenî got ku tikes nikare bêje “rijêm çi planê amade dike, lê ez texmîn dikim ku du sînaryo hene, yê yekemîn ku Rûsan ev tişt ji rejîmê xwestiye ji bo bi dawîkirina fayilê ko bûye kelem di rêya çareserkirina kirîza Sûriyê de, û ya duyem, ku rijêm dixwaze serkeftina xwe nîşan bide, û diyar bike ku ew li ser qadê serketî ye, û niha jî fayilê girtiyên radigehîne ji bo xwe careke din li ser xelkê û civakê bide ferzkirin, û qebûl bikin ku ew bijardeya wan ya bitenê ye. “
Û got: “em wekî berevanên mafên mirovan, divê em zanibin ku konseya Ewlekariya Navnetewî û Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan û yasa Navnetewî ji çi re ne.”
Torê daxuyaniya xwe bi daxwaza lidarxistina civîneke awarte ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY bi dawî kir, ji bo gotûbêjkirina vê mijara metirsîdar ku gefan li çarenivîsa nêzîkî 82 hezar kesî dixwe, û tevahiya civaka Sûriyê ditirsîne derbarê dîtina rê û mekanîzmayên rê bigirin li ber rijêmê li hemberî yarîpêkirina bi qedera sax û miriyan.
Di raporê de tekezî hate kirin li ser girîngiya standina pêgavan ji aliyê Konseya Ewlekariyê ji bo rawestandina kiryarên îşkence û mirinê, û rizgarkirina kesên binçavkirî yên mayî sax di zindanan de, û cext li ser pêwîstiya bikaranîna benda heftem ya Peymana Netewên Yekbûyî kir, ji bo parastina kesên hatine binçavkirin ji mirinê di navendên binçavkirinê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî