Bi helkefta duyemîn salvegera koçberkirina bi darê zorê ji xelkê bajarê Dareya re li ser destê hêzên rejîma Esed û çekdarên terorîst ên Îranê û bi beşdariya hêzên esmanî yên Rûsiyayê, xwepêşandanek ji aliyê koçberên bajarê Dareya ve li bajarê Idlibê hat lidarxistin.
Ji aliyê xwenîşanderan ve pankartek hat bilindkirin û li ser hatibû nivîsandin “Du sal di ser koçberkirinê re derbas bûn”, û tevlî bilindkirina tabloyê otobusên kesk (otobusên ku koçber pê hatibûn veguhestin) bi logoya NY, wek nîşan li ser beşdariya NY di wê hilmeta koçberkirinê de, û bêkariya wê derbarê rawestandina operasyonên leşkerî yên dijî bajêr, û nekarîna hiştina xelkên Dareya li cih û warên wan.
Herwiha xwenîşandan hat bi tevlîbûna kampanyeke ragihandinê li ser medyaya civakî ji bo şermezarkirina siyaseta veguhestina bi darê zorê û tawanên li dijî xelkê Dareya dibin li ser destê rijêma Esed.
Kiryarên rijêma terorîst li dijî sivîlan ji aliyê çalakvan û beşdarên kampanyê hatin şermezarkirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ji bo sizadana Beşar El-Esed û hemû sûcdarên şer ên ku li pişt oparesyonên li dijî bajar û bajarokan û îşkence û kuştina sivîlan rawestiyan.
Hêjayê gotinê ye ku bajarê Dareya bi dirêjahiya çar salan rastî dorpêçkirineke dijwar ji aliyê rijêmê hatibû, hevdem ligel bêzarî û nekarîna Netewên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî derbarê pêşkêşkirin û dabînkirina alîkariya awarte ji wan re, yanjî rakirina dorpêça li ser wan.
Di tebaxa 2016’an de ji aliyê rijêmê û bi beşdariya balafirên Rûsiya oparesyoneke leşkerî ya berfireh, bi çekên qedexekirî wek “napalm” bombeyên fosforî û deaktîv li ser bajêr hat pêkanîn, û di encamê de bajar bi temamî hat valakirin ji xelkê wî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê nîşan dabû ku ev yek di hundirê çarçova siyaseta koçberkirina bi darê zorê de dibe, bi armanca pêkanîna guhertina demografî li herêmê bi destê milîsên Îran û Hizbullah.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî