Yanzde rêxistinên mafên mirovan duhî roja yekşemê di nameyeke hevbeş de bang li koma karê Astana ya derbarê pirsa girtî û bêseruşûnên li Sûriyê kir, ji bo avêtina gavên lezgîn derbarê çareserkirina fayilê windakirinê û îşkencekirina binçavkiriyên di girtîgehên rejîma Esed de.
Rêxistinan cext kir da koma kar, ya ji nûnerên sê wezaretên derve yên welatên “Rûsya, Îran û Tirkiyeyê” pêktê, doseya kesên binçavkirî û revandî bêxin di rojeva civîna çaverêkirî ya li Tehranê ya di nabera nûnerên hersê welatan de.
Rêxistinên di vê nameya hevbeş de, nîgeraniya xwe anîn ziman li ser veşartina agahdariyan ji aliyê hikûmeta rejîma Esed li ser mirina kesên hatin girtin bi awayekî ne rewa di girtîgehên wê de.
Rêxistinan di nameya xwe de daxwaz ji Koma kar kir ji bo zelalkirin û vêtina gavan da hikûmet agahiyên zêdetir derbarê çarenivîsa kesên hatine binçavkirin û windakirin û revandin bide, û daxwaza dana termên qurbaniyan ji bo malbatên wan kirin, û destûrê bidin derbasbûna şopînerên navnetewî bo nav cîhên binçavkirinê yên fermî û nefermî, yên ku bi hezaran binçavkirî hêjî lê hene, û rastî rîska îşkencê û serederiya xerab tên.
Komîsyona Niştimanî ya karubarê kesên binçavkirî û bêseruşûnan, li Stenbolê roja Pêncşemê, kongirekî çapemeniyê li dar xistibû, li pêşiya ajansên ragihandinê behsa êş û derdeseriyên girtiyan û bi hezaran kuştinên di bin îşkenceyê de yên di girtîgehên rejîma Esed de û berpirsiyariya civaka navneteweyî hemberî vê yekê kiribû.
Komîsyonê bang li civaka navnetewî kiribû ji bo hilgirtina berpirsyariyên xwe, piştî piştrastkirina hemû tawanên bi destê rejîmê bûne, û komsîyonê hişyarî li ser encamên bidawî-nekirina kiryarên binpêkirinê û cezanekirina tawanbaran dabû, û bang li hemû aliyên civaka navnetewî kiribû ji bo standina tedbîrên lezgîn ji bo parastina wan.
Herwiha tevgera “Malbatên ji bo Azadiyê” xwenîşandan li gelek welatên li seranserê cîhanê, bi helkefta roja Navnetewî ya bêseruşûnên di nava girtîgehên rejîmê de organize kiribûn.
Ji aliyê xwe ve, cîgira rêvebera cêbicêkar ya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur di “Human Rights Watch” Lemiya Faqih got ku dewletên garantor ji bo hevdîtinên Astana soz dane ji bo çareserkirina doxên wendakirina bi zorê û girtinên ne rewa ku bi dirêjiya 7 salan tên pêkanîn, û got ku ew dewlet dikarin behsa van komkujiyan li 7’ê êlûnê bikin, bi xwestina pêkanîna edaletê ji bo kesên winda û girtî û malbatên wan.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan berî niha belgeyên nû li ser berpirsiyariya rejîmê di ber wendakirina girtiyan de li Sûriyê piştrast kiribû, ku hejmara girtiyên bêserûşûn yên di girtîgehên rijêmê de di navbera adara 2011 û tebaxa 2018an de ligor amarên heman tora navhatî gihîştine 81 hezar kesî.
Torê di rapora xwe de ya li 21’ê tebaxê derxistibû, piştrast kiribû ku rejîma Esed xwe bi xwe bi windakirina girtiyan tometbar dike, ji ber mirina 836 kesan di hundirê girtîgehên wê de, û diyar kir ku eşkerebûna lîstina rejîmê bi qeydên medenî, ku ev yek berpirsyariya rejîmê li hember kiryarên revandina bi deh hezaran piştrast dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat