Yasir El-ferhan endamê desteya siyasî û serokê Komîsyona Niştimanî ya karubarên girtî û wendayan got ku berdewamiya rejîma Esed li ser kuştina girtiyan, tirsa li ser kesên binçavkirî mayî zêdetir dike, nemaze dema ku ji aliyê Tora Sûrî ya Mafên Mirovan belgeyên nû hatine li ser kuştina 198 girtiyan di bin îşkenceyê di meha tebaxê de li ser destê hêzên Esed .
El-Ferhan tekez kir ku desteyê ji welatên dost daxwaza avakirina komeke zextê kiriye ji bo pêkanîna gavên bilez ji bo parastina kesên hatin binçavkirin ji îşkence û kuştinê, herwiha bang li Netewên Yekbûyî û saziyên wê kiriye, ji bo xistina fişaran li ser rejîmê û alîgirên wê ji bo derbaskirina Xaça Sor ya Navnetewî û çavdêrên bêalî li nav girtîgehên fermî û veşartî û rakirina fayilê girtiyan ji bo dadgehên dadmend.
Di heman çarçoveyê de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan gotibû ku 194 girtî ji aliyê hêzên Esed di bin îşkenceyê de hatine kuştin, du zarok jî di nav de hene, di meha tebaxê de hatine kuştin, û piraniya wan karmendên pizîşkî û perwerdeyê û kadirên medyayê bûn, li gel kuşgina13 kesên kesukar di bin îşkenceyê de, û di ropareteke kevin de behsa kuştina zêdetir ji 13 hezar girtî di bin îşkeceyê de, kiribû ku li vê dawiyê rejîm bi kuştina 10 hezar girtî di girtîgehên xwe de mukur were.
Serokê komsyona karubarê girtiyan got ku sûrbûna rejîmê li ser berdewamiya pêkanîna tawanên şer û jenosîdên dijemirov di girtîgehan de, nîşan e li ser sivikdîtina wê ji civaka navnetewî û nirxên mirovahiyê û biryarên qanûna navnetewî re bi zanebûn, ji bo jinavbirina prosesa siyasî, û ji hemû aliyan tê xwestin serederiyê ligel wekî tawanbarê şer bikin, û gelê Sûriyeyê ji kiryar û riftarên wî yên tewankarî yên sîstematîk rizgar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê