Toreya Sûrî ya mafên mirovan 456 girtinên nerewa yên rêjîma Esed heyva borî pê rabûye belgeh kirine, ew girtinên ko Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê dibîne ko berdewamkirina siyaseta rêbazkirî ye ji bo girtina devê xelkên ko li dijî gendelî û sîstema heyî radibin.
Di raporteke rolî de duhî sêşembê toreyê got ku nekêmî 693 kesan heyva borî hatine girtin, û bal kişand ser ko rêjîm berpirsiyara 66% ji wan girtinan hildigire bi girtina 456 kesan, û rêveberiya xweser 102 kes girtine.
Li gora raportê li Hesekê 125, Heleb 85, Dera 82, Idlib 67, gundewarê Şamê 62 Dêra Zorê 54, Reqa 54, Hema 44, Şam 41, Hums 31, Laziqiyê 29, Tertûs 11 û Siwêda 6 kes hatine girtin.
Toreyê di heyva borî de nekêmî 189 rewşên girtina ser malan belgeh kirine, di encamê de azadiya mirovan têk dane, piraniya wan li Hesekê û gundewarê Şamê çêbûne.
Toreyê di raporta xwe de ji encûmena ewlehiyê û enûmena mafên mirovan daxwaz kir ko biryarên navnetewî yên ko dixwazin veşartina bi kotekî bidawî bikin bişopînin.
Û got ku giring e guhdan bi kêşeya girtiyan û yên bi kotekî hatine veşartin bibe, û hevkarî û hevrêzkarî digel rêkxistinên mafên mirovan yên xwecihî li Sûriyê pêk were.
Serokê desteya niştimanî ya karûbarên girtî û windayan Yasir Elferhan tekez kir ku rawestandina tawankariyên qirkirinê li Sûriyê û parastina mafên mirovan berpirsiyariyeke komelî ye, hemî ol û yasayên navdewletî û pirinsîbên cîhana azad tekezî li ser kirine, û erkê civaka navdewletî ye, çi rêkxistin bin an desthelat bin.
Û daxwaz ji aliyên navdewletî kir ko pêrabûnên bi lez bikin ji bo wan biparêzin û fişareke jidil bidin ser rêjîmê bo nema tawanan dijî girtiyan pêkbîne.
Jêder: nivîsgeha ragehandinê ya hevbendiya niştimanî