Serokê Amerîka Donald Trump, duhî roja duşemê hişyarî da serokê rejîmê Beşar El-Esed û hevalbendên wî Îran û Rûsya, ji êrîşên li ser parêzgeha Idlibê yê bi “çavsorî” bi nav kirin, û got: “dibe di vê pêvajoyê de bi sed hezaran kes bêne kuştin”.
Turmp li ser Twitterê got: “Rûsî û Îranî wê beşdariyê di trajediyake mirovî ya pêşbînkirî de bikin, û têkevin şaşiyeke mirovî ya mezin de”, û bal kişand li ser giringiya ku rê bo vê yekê neyê dan.
Duhî, Fransa jî li ser zarê Wezîrê Derve Jan Îv Odrian hişyarî da ji pêkhatina “komkujiyekê” li Idlibê, û tekez kir ku welatê wî ligel Tirkiyê û Rûsiya ji bo riyekê derbarê çarenivîsa parêzgehê digerin, û rewş bi “bombeya demdestnîşankirî” da nasîn.
Wezîrê derve yê Elmaniya Haikou Mas, duhî li Berlînê di konferanseke rojnamevanî yê hevbeş de ligel hevkofê xwe yê Norwêj, Aanh Erickson Sordi, tirsa xwe da diyarkirin li hember qewmîna trajediyeke însanî eger rejîm û hevalbendên xwe operasyoneke leşkerî dijî parêzgeha Idlibê pêk bînin.
Di heman çarçoveyê de, Yekîtiya Ewropayê hişyarî da civaka navnetewî ji “Encamên wêranker” yên dibe ku bên serê xelkê parêzgeha Idlib, di dema rejîm û hevalbendên xwe operasyoneke leşkerî dijî wan pêk bînin.
Û Papayê Vatîkan duhî yekşemê bang li civaka navnetewî û aliyên bi bandor li Sûriyê kir ji bo parastina mafên mirovan û welatiyên sivîl li parêzgeha Idlib, ya niha gefên êrîşan ji aliyê rejîma Esed û hevalbendên wê lê têne xwarin.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku êrîşa rejîma Esad û hevalbendên wê ser parêzgeha Idlibê, dê bibe fakterê encamên trajîk yên cidî, û dibe hewldanên civaka navnetewî yên ji bo aştiyê ji nav bibe.
Netewên Yekbûyî, di roja çarşema borî de, cext kiribû ku her êrîşek ji aliyê rejîma Esed û hevalbendên wî ve li ser Idlib, dibe bibe fakterê koçberkirina nêzîkî 800 hezar welatiyên sivîl ji parêzgehê, û bang li Rûsya û Îran û Tirkiyeyê kir ji bo hewlên ji bo çareseriya aştiyane ji bo rewşa li Idlib.
Tê zanîn ku ji çend rojan ve parêzgeha Idlibê rastî gefên destpêkirina kampanyayeke leşkerî ji aliyê rejîma Beşar Esed û hevalbendên wê tê, û parêzgeh yek ji deverên peymana “kêmkirina tundutîjiyë” ye , ya ji aliyê welatên gerantor yên hevdîtinên “Astana” di gulana sala 2017 de hatibû îmzekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya / Wekalat