Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdul Rehman Mustefa, pêwîstiya parastina welatiyên sivîl li Idlibê û dûrkirina navçeyê ji her operasyoneke leşkerî anî ziman, û tekez kir ku îradeyeke mezin li nik şervanan heye û her gaveke şer ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê, dê buhayek mezin bidin.
Di daxuyaniyên ji bo ajansa Anadol, Mistefa got: “Divê ewlehiya sivîlan li Idlibê girîngtirîn tişt be li rex hemû aliyên mafên mirovan, wek çawa ew rênima û pêşindeya Hevbendiyê ye “.
Û hişyarî da ji nêzîkbûna “bahozeke dijwar” ji Idlibê, wekî wî da nasîn, û dibe ku bibe fakterê peydabûna “karvaneke wêranker”, û dît ku “rejîm û hevalbendên xwe hêjî karê çareseriya leşkerî dikin, û hewl didin xwe ji mercên çareseriya siyasî dûr bikin, ku ew heman stratejiye ya bûye sedema şehîdbûn û derbiderkirin û girtin û windakirina bi milyonan kes ji Sûriyê û wêrankirina welat û guhertina wî bo qadeke şer û milmilaneyên navnetewî yên ser astên corbecor”.
Herweha cext li ser rûbirûbûna “vê stratejiyê bi awayekî bi lez kir, berî bibe sedema peydabûna bobilateke nû li Idlibê, û sedema peydabûna pêleke koçberiya mezin ya çaverênekirî”.
Serokê koalîsyonê tekez kir ku “her hewleke ji bona pêşkêşkirina behaneyan yan ronahiyên kesk ên rê ji bo zêdegaviyan yan êrîşekê li ser Idlib veke; nayê qebûlkirin.
û got ku gelek karên mezin ji aliyê sivîlan û hêzên leşkerî bi serkêşiya Eniya Rizgariya Niştimanî li Idlibê li dijî hêzên radîkal hatin kirin”.
Wî destnîşan kir ku herwiha ev sîvîl û hêz “ji bo bersivdana êrîş û tawanên rêjîmê jî amade ne, û karin wê û hevalbendên wê jî bişkênin”.
Û got: “Moral û îradeyeke şer ya mezin li Idlibê heye, û rejîm û hevalbendên xwe dê baceke giran bidin li hemberî her êrîşeke li ser Idlibê”.
Mistefa amaje bi rola Tirkiyê kir, û hebûna wê wek dewleteke gerantor ji bo parastina herêma Idlibê ji planên rejîm û hevalbendên wê bi giring da nasîn, û got ku “herêma Idlibê di nav herêmên rêkeftina kêmkirina tundutîjiyê de ye, û divê hemû hewldan bibin ji bo nehêlana binpêkirinan û parastina ewlehiya sîvîlên wê.”
Di heman derbarê de Mistura got: ” Divê helwesta nûnerê NY guncayî be ligel erkên wî, lê daxuyaniyên wî yên dawiyê berovajî naveroka erkên wî hatin.”
Û got: “ji hemû aliyan diyar bû ku (De Mistura) wek navgînekî navdewletî yê bêalî rastgoya xwe jidest da, û li şûna ji bo rûbirûna planên rejîmê û parastina Idlib ji her operasyoneke leşkerî kar bike, û tekeziyê li ser pêşvebirina prosesa siyasî bike, daxuyaniyên wî berovajî hatin û ketin çarçoveya berjewendiya rejîmê û hevalbendên wê de, bi vî awayî ewlehiya 3 mîlyon kesên sivîl li Idlibê dixe metirsiyê de “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê