Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko derbarê rewşa Idlibê jidil tev bigere, û li gora peymana kêmkirina şerî nehêle çi tawankarî derheqê sivîlan çêbibin.
Hevbendiya Niştimanî îro çarşembê di daxuyaniyekê de tawana duhî li Cisir Elşixûr û li derdorê parêzgeha Idlibê çêbû pirotesto kir, ku ji encama tawankariyê dora 14 kesan şehîd ketin, û bi dehan birîndar bûn, li gora ko berevaniya sivîl ragehandiye.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da ji piştguhkirina aliyên kartêker yên navdewletî ji van bûyeran re, bi taybetî mijara parastina sivîlan û ewlehiya wan.
Hevbendiya Niştimanî got: Ji civaka navdewletî tê xwestin ko li dijî vê tawankariyê rawestin, û fişarên pêdivî bikin bo pabendiya tekûz bi peymana kêmkirina şerî li Idlibê, û nameyekê bişînin ko tê de çi behaneyên binpêkirina vê rêkeftinê red bikin.
Her weha Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ko “bi çi awayî be gerek parastina sivîlan dabîn bibe, û nehêlin çi behane çêbibin ji bo koçberkirina wan”.
Û tekezî kir ko ew çi behaneyên pêkanîna van êrîşan red dike, û got : “bûyerên çêbûne tekez dikin ko alayên artêşa Sûrî ya azad yên yekem bûn li tevaya Sûriyê ko beraberiya rêkxistinên tiroristî kirine. Û sivîlên Sûriyê ew in yên mezintirîn ziyan gihiştiye wan bi sedema hebûna wan rêkxistinan, yên ko destê rêjîmê di çêkirina wan de heye”.
Herweha Hevbendiya Niştimanî got: “Hevbendî bi gotin û kiryaran hebûna rêkxistinên tundrew an milîtanên mezhebperest li hemû deverên Sûriyê red dike”, û got: “giring e yekser derkevin û hemû cûreyên dagîrkeriyê bidawî bibin. ‘’
Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena ewlehiyê daxwaz kir ko yekser beraber vê êrîşê bilive, û kar bike bo derxistina biryareke bilez ya tawankariyên Rûsya pirotesto bike, çimkî ew aliyekî zordarî li miletê Sûrî kiriye, û daxwaza rawestandina dijminkariya wê bike, û pêrabûnin jidil bike tako tawankariyên wê û yên rêjîmê rawestîne, û got: “Pêwîst e hemû biryarên bi Sûriyê ve têkildar û ya giring biryra 2254 cîbicî bibin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê