Bombebarana li ser gundewarên Idlib û Hemayê ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsiya, ji çar rojan ve zêdetir dibin, û bûye sedema mirina zêdeyî 30 kesan, di nav de jin û zarok jî hene, û di encamê de çend navçe wek deverên “karesatê” hatin tomarkirin.
Çalakvanên navçeyê piştrast kirin ku bombebarana li ser deverên nû bi taybetî li ser navendên giring zêdetir û berfirehtir dibe, ku bû sedema jikarketina nexweşxaneya El-Lataminah û nexweşxaneya “Neb’et El-heyat” li bajarokê Has li gundên Idlibê, ji bilî zererên li navenda bergiriya sivîl li Xan Şêxûn li gundên Idlibê bûn bi sedema bombebarankirina wê.
Û encûmenên xwecihî li bakurê Hemayê ragihandin ku bajarê Elhbit li Idlibê bi awayekî berfireh hatiye wêrankirin, û binesazî û avahiyên welatiyên sivîl hatine wêrankirin, ta radeya ku navçe bi sedema bombebarana rejîmê û Rûsiya bi “deverên karesatê” hatin tomarkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku dagirkariya Rûsiyayê li Sûriyê bi “bombebarana hovane” radibe, bi armanca dubarekirina senaryoya êrîşa li dijî bajaran, ji bo wêrankirin û kuştin û koçberkirina milet, bi fikra wê ku dikare di bin bêdengiya navnetewî de careke din senaryoya li Xûta û Der’ayê çêbû li Idlibê û derdora wê careke din kopî bike”.
Hevbendiyê duhî di daxuysniyekê de Rûsya û Îran û rejîm bi plankirina “zicîreke nû” ji tawanên şer û tawanên dijemirov tometbar kir, ji bo koçberkirina xelkekî zêdetir û temamkirina projeyê guhertina demografîk li ser xaka Sûriyê, bêyî ku rastî astengiyan bibin ji aliyê civaka navnetewî û qanûnên wê”.
Hevbendiya Niştimanî bi bîr anî ku gereke hemû aliyên civaka navnetewî bi berpirsyariya xwe ji bo parastina welatiyên sivîl li Sûriyê ji bo rawestandina tawanên şer rabin, û careke din bang li Konseya Ewlekariyê dike ji bo rabe bi bizaveke lezgîn ji bo rawestandina van planên bilez, û biryarek bi şermezarkirina tawanên Rûsya û Îran û rêjîmê derkeve, û divê tawan bidawî bibin û kar bi cêbicêkirina biryarên navnetewî li ser Sûriyeyê bibin û bi taybetî bi biryara 2254.
Hevbendiya Niştimanî cext li ser mafê Artêşa Azad ya Sûriyê û tevaya gelê sûrî kir, ji bo parastina xwe bi hemû alavên rewa, herwiha daxwaza piştgiriya pêwîst ji tevaya cîhanê kir ji bo rûbirûbûna vê zêdegaviyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî