Tuesday, June 3, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ji Grande dixwaze ku sedemên baweriya xwe bi gotinên rêjîmê yên derbarê pabendbûna wê bi ewlehiya Sûriyên ku ji Libnanê vedigerin diyar bike

October 17, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Hevbendiya Niştimanî ji Grande dixwaze ku sedemên baweriya xwe bi gotinên rêjîmê yên derbarê pabendbûna wê bi ewlehiya Sûriyên ku ji Libnanê vedigerin diyar bike

Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, matmayîbûna xwe diyar kir li hember daxuyaniyên Komîserê Bilind yê Penaberan yê Netewên Yekgirtî Fîlîpo Grandî yê di axaftina xwe ya di rûniştina heftê û pêncan a Desteya Rêveberiyê de, û pirsa jêderên bawerîya wî bi şiyana rêjîma Esed a dabînkirina “ewlehiyê ji kesên vedigerin re” kir. Bekûra tekez kir ku ev bawerîya tam berovajî rastiyên belgekirî yên li ser erdê ne, ji ber ku dezgehên ewlekarî yên rêjîmê berdewam in di binpêkirinên giran de li dijî kesên ku vedigerin, û bal kişand ser raportên ku bi dehan bûyerên girtina keyfî ji Sûrîyên ku ji Libnanê vegeriyane di çend rojên borî de belge kirine.

Bekûra tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste Komîserê Bilind erkên ku pê hatiye erkdarkirin bîne bîra xwe, xwe neçar bibîne ku mafên penaberan biparêze û ewlehiya wan dabîn bike, di heman demê de piştrast bike ku her proseyek vegerê li gorî pîvanên rastyeqîn ên navdewletî be, û tekez bike ku kesên vedigerin nekevin metirsiyê de. Û diyar kir ku beşdarbûna di hêsankirina vegera penaberên sûrî de bê garantîyên rasteqîne an dana wêneyekî şaş ji rewşa ewlehîyê re li Sûriyê, Komîseriya Bilind dixe bin berpirsiya yasayî de, ji ber ku ev yek binpêkirin e ji mafên penaberan re û jiyana wan dixe metirsiyê de.

Bekûra amaje bi daxuyaniya Encûmena Mafên Mirovan (A/HRC/57/L.11) a derbarê rewşa mafên mirovan li Sûriyê kir, ku tê de rewşek bi temamî cuda ji nêrînên Komîserê Bilind û baweriya wî ya korane bi Esed belge kiriye. Herwiha daxwiyaniyê eşkere kir ku rêjîma Esed berdewam e di binpêkirina yasayên mirovî yên navdewletî de, bi rêya êrîşên li ser sivîlan, girtinên kotekî û windakirina bi zorê, di nav de kesên ku ji derve vedigerin. Wî herwiha behsa raporta Rêxistina Sûrî ya Mafên Mirovan kir, ya ku bi zelalî ev binpêkirin bibelge kirine, û tekez kir ku Sûriye ji bo vegera penaberan ne ewle ye.

Bekûra got ku çawa rêjîmeke bûye sedema koçberbûna bi milyonan kes û zordarî û binpêkirin li dijî Sûriyan pêk anîne, îdia bike ku dê ewlehiya kesên vegerin garantî bike? Û tekez kir ku viyana dabînkirina ewlehiyê ji sûriyan re li rex rijêmê tune ye û gotinên wî yên dibêje tenê propogendayên û dûrî rastiyê ne.

Bekûra ji rêzdar Grandî xwest ku daxuyaniyeke fermî pêşkêş bike û tê de bingeha ku baweriya xwe ya bi rêjîma Esed li ser ava kiriye eşkere bike, û tekezî li ser pêwîstiya ku Komîseriya Bilind û civaka navdewletî pabendiyê bi cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê hejmar 2254 (2015) û 2118 (2013) bike, ew biryarên ku çareseriya siyasî wek çarçoveya garantiya vegera sûriyan têde heye.

Bekûra tekez kir ku baweriya ku UNHCR bi rêjîma Esed nîşan dide, gaveke neberpirsane ye, û hêsankariyeke ku nayê qebûlkirin di serederiya bi rêjîmê re ye, ya ku dîrokeke wê ya dirêj di tawanan û binpêkirinên berdewam de heye, û bang li civaka navdewletî û Komîseriya Bilind a Penaberan kir ku bi erkên xwe li gor yasayê û exlaqan rabe ji bo dabînkirina ewlehiya penaberan û parastina wan ji her metirsiyekê, dûrî hewlên xweşikkirina wêneya rejîmê û alîkirina wê ji bo berdewamkirina binpêkirinan di bin navê hevkariya mirovî de.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Penaberên SûrîUNHCR
Share3TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendî piştgiriya tevgera aştiyane ya xelkê bajarê Minbicê li dijî milîsên PYDê yên terorîst dike

Hevbendî piştgiriya tevgera aştiyane ya xelkê bajarê Minbicê li dijî milîsên PYDê yên terorîst dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.