Xelkê bajarê Minbicê li gundewarê rojhilatê Helebê, li piraniya taxên bajarê Helebê, greva xwe li dijî rêbazên perwerdeya îdyolojîk ên ku milîsên PYDê yên terorîst li ser herêmê sepandine, her weha dijî operasiyonên leşkerkirina bi darê zorê, berdewam kirin.
Tê zanîn ku xwenîşandanên berfereh li bajarê Minbicê li dar ketin, xelkê bajêr tê de beşdar bûn, wek redkirinê ji rêbazên xwendinê re yên ku ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve di destpêka sala nû ya xwendinê de li ser dibistanan hatin belavkirin.
Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Azad Osman piştgiriya xwe ji tevgera şêniyên bajarê Minbicê û xwepêşandanên wan ên aştiyane re li dijî rêbazên xwendinê û operasyonên leşkerkirina bi darê zorê li dijî ciwanan nîşan da.
Osman hewlên berdewam ên milîsên PYDê yên terorîst yên ji bo ferzkirina rêbazên perwerdeya Îdyolojîk li ser civaka Sûriyê, û belavkirina ramanên Partiya Karkerên Kurdistanê ya di lîsta terorê ya navdewletî de ye, şermezar kirin.
Osman tekez kir ku bi van rêbazan hewl didin ku ramanên ciyawazkarî yên şêwandî yên li ser bingeha nijadperstî ava bûne bi cih bikin, û kar bikin ku nasnameya niştimanî ya civaka Sûriyê ji hev bixin û ziyanê bighînin nirx û baweriyên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî