Hevrêzkarên hawarhatinê îro di daxuyaniyeke xwe de anîne ziman ko gihaştina aramiyê li Idlibê ya ko 4 milyon kes lê dijîn, tê wateya hebûna qonaxeke nû ji hêla destpêkirina operasiyonên aramiyê li herêmê , ya ko pêdiviya wê bi bizavine mezin ji hemû aliyên hindirîn û yên navdewletî heye.
Hevrêzkarên hawarhatinê daxwaz ji dewletên rojava û civaka navdewletî kirin ko alîkar bin di aramiya herdêmê de, û rêkxistinên navdewletî bi taybetî netewên yekgirtî bêtir kar bikin bo alîkariyên bingehîn pêşkêş bikin, tako dest bi pirojeyên geşepêdanê bikin bo rewşa jiyana mirovî xweş bikin.
Hevrêzkaran destnîşan kirin ko giring e kar ji hêla deste û rêkxistinên mirovînî yên xwecihî bibe, bo serjimarkirina pêdiviyên sivîlan ên bingehîn, ji bo berfirehkirina tevgera bazirganî, û beşdariya di operasiyonên avakirinê de, ji bo avakirina deverên ku hêzên rêjîmê û Rûsya di salên berê de wêran kirine.
Daxuyaniyê daxwaz ji pîşesaz û bazirganên Sûrî yên li hindir û derve kirin, ji bo geşkirina tevgera berhemdanê û livandina bazaran bêtir bikin, ji ber ew bandoreke erênî li hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê dike, tako derfetên kar bêtir bibin û rewşa malbatan xweş bibe.
Daxuyaniyê daxwaz ji komîtên xwecihî yên li bakurê Sûriyê belav bûne kir, ko bilez dest bi avakirina komîtên taybet bikin, wek komîta vegerandina aramiyê û ya nûavakirinê, ji bo ziyanên li herêmê çêbûne serjimartin bikin
Ji hêla xwe ve Yan Îgland rawêjkarê şandyarê navnetewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora di nivîseke xwe de li ser Tiwîterê got ku peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de hêviyeke bo rizgarkirina bimilyonan xelkên li Idlibê dijîn.
Herdu serokan, Receb Teyib Erdogan û Viladîmêr Potîn, di kongirê rojnamevanî de yê bajarê Siwîtşî duh duşemê çêbû, tekez kirin ko ew gihiştine peymanekê ji bo pêkanîna herêmeke bêçek de li parêzgeha Idlib, di navbera herêmên rêjîmê û yên rizgarkirî yên li jêr kontrola artêşa azad .
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê