Çekdarên partiya yekîtiya dîmuqrat PYD dest bi kampaniyeke nû ya revandina xortan li herêmên Kurdan kir, bo wan bibe leşkeriya neçar û wan bişîne aniyên şer û heta nuha bi dehan xort girtine.
Çalakvanin xwecihî anîn ziman ko “Çekdarên PYD duhî li bazara Çil Axa kom bibûn û bi dehan xort girtin û ew bo leşkergehên partiyê birin tako wan bibin leşkeriya neçar.‘’
Çalakvanan anîn ziman ko “Çekdarên PYD ji du rojan ve dest bi kampaniyeke girtinê ya berfireh li bajarê Serê Kaniyê kirine, û vê mijarê pir xelk dilteng kirine”.
Kampanî di heman dema beşdarbûna çekdarên PYD di şerên nû li gundewarê Dêra Zorê de ye, ko bi gelek şeran ve li derveyî herêmên Kurdan mijûl in, di encamê de bi hezaran ciwanên Kurd şehîd ketine.
Jêder: Beşê Kurdî yê Nivîsgeha ragehandinê/Rojava news