Endama Girûpa Kar a Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de û Rêvebera Peywendiyan di Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş de Înas El-Necar, beşdarî civînekê bû ku ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlî Kaya ve ligel komeke mezin ji saziyên civaka sivîl, li Enqerê, li ser rewşa sûriyên li Tirkiyê dijîn hatibû lidarxistin.
El-Necar diyar kir ku civîn ji bilî mijara vegera bi dilxwazî, ji bo ronîkirina rêşûnên nû yên ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve derbarê rewşa qanûnî ya sûriyên ku li Tirkiyê dimînin hatiye lidarxistin.
El-Necar bal kişand ser wê yekê ku axaftina Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê cihê dilaramkirinê bû, ji ber ku wî tekezî li ser berdewamiya parastina demkî kir, û gelek asankarî dan wan kesên ku dixwazin bi dilxwazî vegerin cih û warên xwe, piştî rewşa Sûriyê aramtir bibe, lê wî red kir ku niha derî ji serdanê re vebe, û giringî da vegera bi dilxwazî .
El-Necar tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e welatiyên Sûriyê pabendî biryarên Tirkiyê bin, neçin deriyên sînorî berî ku ji belgeyên pêwîst û çawaniya derbasbûnê piştrast bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî