Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, roja pêncşemê, dilgiraniya xwe ya kûr derbarê “binpêkirinên mezin” ji serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê re bi riya êrişên Israîla dagirker li ser vî welatî nîşan daye, wek ku Steven Dujarric berdevkê Guterres gotiye.
Dujarric got: Guterres “ji ber binpêkirinên mezin ên vê dawiyê ji serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê re dilgiran e” û got ku “Sekreterê Giştî bi taybetî ji ber bi sedan êrîşên Israîlî li çend cihan li Sûriyê nîgeran e”, û tekezî li ser “pêwîstiya rawestandina aloziyan li hemû eniyên şer li herêmên cuda yên Sûriyeyê” kir.
Guterres tekez kir ku rêkeftina sala 1974an hîn berdewam e, li gora ku Dujarric got, û bang li hemû aliyan kir ku bi erkên xwe yên di çarçoveya rêkeftinê de cih bigirin.
Guterres her wiha daxwaza agirbestê û nehiştina derketina aloziyan li Girên Golanê kir.
Ji aliyê xwe ve, Şahnişîna Erebistana Siûdî tekez kir ku dijminkariya Israîla dagirker bi destdanîna ser herêma tampon li bilindahiyên Golanê û armanckirina hêzên Israîla dagîrker ji axa Sûriyê re, binpêkirina berdewam ji aliyê dagirkeriyê ve ye ji rêgezên navdewletî re û niyeta wê ya têkdana şansên vegera aramî û ewlehiya Sûriyê û yekparçebûna axa wê nîşan dide.
Di heman demê de welatên wek Fransa û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî, pêngava Îsraîla dagirker ya ketina herêma tampon şermezar kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra hemû êrîşên Israîla dagirker li dijî dewleta Sûriyê û binesaziya civakê şermezar kir, bi taybet di dema van şert û mercên krîtîk ên ku gelê Sûriyê têre derbas dibe de.
Di hevpeyvînekê de ligel kenala BBC, El-Behra daxwaz ji civaka navdewletî kir ku tedbîrên guncaw bigire ji bo vegerandina pabendbûna bi hemû rêkeftinên berê yên di navbera Sûriyê û dewleta dagîrker de, di nav wan de rêkeftinên agirbestê yan jî rêkeftinên xeta agirbestê yên di sala 1974 û 1949an de hatine îmzekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî