Toreya Sûriyê ya mafên mirovan kuştina 14hezar û 24 kesan bi êşkenceyê ku piraniya wan bi destê hêzên rêjîmê hatine kuştin belgeh kirine, tev ko yasaya navdewletî operasiyonên êşkenceyê qedexe dike, lê rêjîma Esed êşkence bikar aniye da desthilatdariya xwe bi kotekî feriz bike, û xwepêşander serkut kirine bi girtin û êşkencekirina wan heta mirinê.
Di raporta xwe de tekez kir ko ji destpêka adara 2011ê ve heta dawiya eylûla îsal, 14hezar û 24 kes ji nav wan 59 jin û 127 zarok bi êşkenceyê şehîd ketine, rêjîma Esed berpirsyar e di ber 98.9% ji operasiyonên girtin û êşkenceyê di hundurê zindanan de, û got ku nekêmtir ji 121.829 girtî û yên bi kotekî hatine veşartin ji 2011ê ve, hêj çarenivîsa wan nediyar e, li gora çalakvanên mafnasiyê hejmar ji wisa bi gelekî bêtir e.
Toreyê got ku rêjîma Esed destûra ko bi destê xwe sala 2012ê daniye, û madeya 931ê ji yasaya sizayên Sûrî, yên operasiyonên êşkenceyê û binpêkirinên mirovî qedexe dike, û yê ko pêk tîne siza dibe binpê kiriye, bi riya operasiyonên girtin û êşkencedanê derheqê girtiyan de ji bo xwepêşindanan têk bide.
Û li gora çalakvanan rêjîma Esed êşkencedanê li ser bingeha mezhebî û nijadperestî bikar aniye, û ev digehê asta tawankariyên cengê yên yasaya navdewletî tewankarên wê siza dike.
Tê zanîn ko Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ev tawankariyên ko rêjîma Esed dike, yên ku digehên asta tawankariyên cengê pirotesto kirine, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku lêkolînê li ser wan bike û yên pê rabûne bispêre dadgeha tawankariyên navdewletî, û got ku ew nîgeran e li ser çarenivîsa kesên di zindanan de mane.
Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî