Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Desteya Danûstandinan gotarek li pêş Encûmena Ewlekariyê pêşkêş kir û tê de tekezî li ser biryardana gelê Sûriyê ji bo avakirina dewleta xwe ya nû kir

December 17, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 5 mins read
A A
Serokê Desteya Danûstandinan gotarek li pêş Encûmena Ewlekariyê pêşkêş kir û tê de tekezî li ser biryardana gelê Sûriyê ji bo avakirina dewleta xwe ya nû kir

Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî, Bedir Camûs, îro Sêşemê, li New Yorkê, gotarek li pêşiya Encumena Ewlekariyê pêşkêş kir, têde şanaziya xwe diyar kir bi roja 8`ê kanûna pêşîn a ku gelê Sûriyê têde azad bû, tekez kir ku ev roja serkeftina îradeya gelê Sûriyê ye, ku serokê rêjîma zalim neçar kir ku ji Şamê bireve, û ev roj dê her û her di bîra Sûriyan de bimîne.

Cemûs bal kişand ser wê yekê ku Desteya Danûstandinan a Sûrî çendîn caran hişyarî daye ku sebra gelê Sûriyê, ku demeke dirêj e ji bo peydakirina çareseriyekê bi danûstandin û aştiyane dixebite, heta hetayê namîne, nemaze piştî ku baweriya Sûriyan bi şiyana navdewletî û Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina prensîbên mirovahî û dabînkirina edaletê ji bo kesên ku li edaletê digerin nema.

Û wî got jî ku di dirêjahiya sêzdeh salan de, opozisyona Sûriyê hemû hewlên xwe dan û nermbûna herî mezin diyar kir ji bo bidestxistina veguhestina siyasî ya aştiyane nîşan da, lê rêjîma zalim astenga sereke ma, û guh neda hemû destpêşxeriyên ku ji aliyê çar şandeyên navdewletî ve hatin birêvebirin, Suryaniyan bedelên giran bi xwîn û canê xwe dan.

Cemûs tekez kir ku gelê Sûriyê li seranserî cîhanê derbider bûne, bûne penaberên ku li ewlehî û rûmetê digerin, di heman demê de opozisyonê berpirsyariya pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo dewletek yasa, azadî, dadmendî û welatîbûnê hilgirt ser milê xwe.

Û bal kişand ser vê yekê ku şer ne tenê bi rejîmê re bû, şer bi hevalbendiyên navçeyî û navdewletî re bû ku kar dijwartir kir, û wiha berdewam kir: “Lê belê, me dest ji têkoşînê berneda, tevî pirsên dijwar: Çareya siyasî li ku derê ye? Pêkanîna biryara 2254 li ku ye?

Cemûs di axaftina xwe de li pêşberî endamên Encumena Ewlekariyê, diyar kir ku piştî rûxandina rêjîmê, ji cîhanê re diyar bû ku çendî tawan û binpêkirinên vê rêjîmê li dijî gelê Sûriyê mezin bûn, ji ber ku zindan û girtîgehên hovane cinayetên ku dê di dîroka mirovatiyê de rûreşiyek bimîne eşkere kirin, tekezî li ser berdewamiya peyketina vê rejîmê û serokê wê dike, heya ku edalet û dadwerî ji bo qurbaniyan pêk were, û got ku dadweriya veguhêz û berpirsiyarî ne vebijarkek e, pêwîstî bi wê yekê heye da ev tawan dubare nebin.

Cemûs hewildanên rêveberiya niha, serokê wê Ehmed El-Şeraa û serokê hikûmeta demkî li Şamê Mihemed El-Beşîr ji bo vegerandina ewlehiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re binirxand, û tekezî li ser amadebûna ji bo hevkarîkirina wê kir. ji bo avakirina Sûriyeyeke nû. Dewleteke ku tê de her kes di maf û erkên xwe de wekhev be, ji destwerdanên derve tune be, bi cîran û dostên xwe re têkiliyên hevseng hebe.

Cemûs diyar kir ku rejîma zalim Sûriye di rewşeke wêran a aborî de hişt, ku 80% ji xelkê di bin sînorê hejariyê de dijîn, û anî ziman ku dema wê hatiye ku cezayên aborî yên ku li ser dewleta Sûriyê hatine sepandin bên rakirin û piştgiriya mirovî û alîkariyê zêde bike da welatê xwe ji nû ve ava bikin.

Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî anî ziman ku hîn jî bawerî heye ku mayîna biryara 2254 nexşerêya pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ye, û amaje bi wê yekê jî kir ku tevî guhertina rewşan û rûxandina rêjîma ku aliyek bû. ji bo biryarê, ruh û cewherê biryarê, ku ji bo xwe bi riya hilbijartinên dadane di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de, ew prensîba ku Komîsyona Danûstandinan li ser bingeha wê ye.

Camûs daxwaz kir ku kar ji bo avakirina hikûmeteke niştimanî ya veguhêz a berfireh ku nûneratiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê tê de hebin bike, ji şoreşgeran heta siyasetmedar û civaka sivîl, û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê, di heman demê de ku nûnertiya jin û ciwanan bike.

Wî banga lidarxistina konferanseke niştimanî yê berfireh kir, ku ji aliyê hikûmeta veguhêz ve tê organîzekirin, ji bo hilbijartina meclîseke damezrîner a ji mirovên aqilmend, pispor, zana, siyasetmedar, dewletparêz û kesayetiyên civakê, jin û mêr û ciwanan pêk tê, ku ji bo amadekirina komîteke nû were erkdarkirin ji bo nivîsîna destûra bingehîn ku xwestekên sûriyan tine ziman, paşî organîzekirina referandûmê li ser destûra nû û ber bi hilbijartinên azad û dadperwer ve di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de.

Cemûs bal kişand ser girîngiya avakirina sindoqekê ji bo piştgiriya girtiyên ku hatine azadkirin, dabînkirina pêdiviyên wan û vegerandina wan li nav civakê piştî êş û azarên bi salan, û avakirina sindoqekê ji bo piştgiriya malbatên şehîdên şoreşê yên ku di bin îşkenceyê de di zindanên rejîmê de yan li bereyên şer ên ku wê li dijî sivîlên bêguneh mirine, ji bo rêzgirtina li qurbanîdana wan û alîkrinan malbatên wan, bi berçavgirtina ku ev tişta herî kêm e ku dikare were kirin li hember rastiyên trajîk ên ku li ser ekranan têne nîşandan , çi li Seydnaya û çi li devereke din, çi di gorên komî de, her roj hebûna wan tê eşkerekirin.

Wî tekezî li ser pêwîstiya vegerandina wan kesên ku ji rejîmê veqetiyane û kesên ku bi neheqî ji karên xwe hatine dûrxistin ku yekser bo cihên xwe vegerin, û dayîna hemû mûçeyên wan ên diravî tekez kir, ji ber ku van kesan her tiştê ku ji destê wan hat dan .

Wî banga avakirina sindoqekê kir ji bo piştgirîkirina penaber û awareyên ku dixwazin vegerin Sûriyê, daku pêdiviyên wan dabîn bike û vegera wan bi awayekî birûmet û ewle misoger bike.

Camûs tekez kir ku gelê Sûriyê bi biryar e ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, dewleteke yasa, dadmendî û demokrasiyê, û komara ku girêdayî vê serdemê ye ya hemû welatiyên xwe bê cudahî diparêze, û bi ax û gel xwe yekgirtî bimîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share2TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendiya Niştimanî civîneke çapemeniyê lidar dixe û behsa pêşhatên siyasî û gavên qonaxa veguhêz dike

Hevbendiya Niştimanî civîneke çapemeniyê lidar dixe û behsa pêşhatên siyasî û gavên qonaxa veguhêz dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.