Nûnerîtiya Birîtanî ya libal rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî, ya vekolînê derbarê bikaranîna çekên kîmawî dike, duh pêncşembê eşkere kir ko wê hewildanên Rûsya û rêjîma Esed yên ji bo karê Şanda peyketina rastiyê li Sûriyê têk bidin tomar kirine.
Li rex destpêkirina karê rola 89ê ya encûmena cîbicîkirinê ya rêkxistinê ko bargehê wê li Lahay e, nûnerîtiya Birîtanî di malpera xwe ya Tiwîterê de got: ‘’şerme ko Rûsya û Sûriya karê Şanda peyketina rastiyê asteng dikin, ew şanda ji bo naskirina rastiya bikaranîn an bikarneanîna çekên kîmawî li Sûriyê kar dike ‘’.
Mosko eşkere gef dane ko dê rêkxistinê bigire, piştî wê tekez kiribû ku rêjîmê êrîş bi çekên kîmawî li Sûriyê pêk anîne, û bi hezaran sivîl xendikîne.
Her weha Toreya Sûriyê ya mafên mirovan belgeh û dîdevaniyên diyar dikin ku rêjîmê 215 caran ji sala 2011ê ve çekên kîmawî bikar anîne kom kirine, û di raporteke xwe de anî ziman ko ev bikaranîn pêk hatiye tevlî ko rêjîmê gotiye ku wê cebilxaneya xwe ya kîmawî têk biriye.
Tore tekez dike ko Rûsya û rêjîm bi hev re di rijandina xwîna miletê Sûrî de hevkar in, di heyva bûrî de kuştina 6239 sivîlî bi destê hêzên Rûsî ji destpêka têwerdana wê ya leşkerî ji 30 eylûla 2015 de belgeh kirine.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê got ku ev hewildan in ji bo veşartina tawankariyên rêjîmê li dijî sivîlan , di heman dema ku bizavên navdewletî hene ji bo vekolîna derbarê tawankariyên cengê yên berfireh ên di salên borî de li Sûriyê çêbûne.
Bal kişand ser ko tawankariyên rêjîmê nayêne veşartin, û her weha nikarin rêjîm li ser asta herêmî û navdewletî biser bixînin, û dibîne ko ew derfetên çareseriya siyasî û aramiya welat têk dibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî