Çalakvaniyên sivîl û Encûmin xwecihî li herêmên rizgarkirî daxwaz kirin ko evro duşembê bo piştgiriya berevaniya sivîl xelk derkevin rawestanên piştgiriyê ji bo bersivdana daxwazên Rûsî yên ji bo dûrkirina rêkxistinê, ew rêkxistina ko tawankariyên rêjîmê di çend salên bûrî de derheqê sivîlan aşkere kirine.
Çalakvanan bal kişand ser ko xelkê li hin bajar û gundên bakurê Sûriyê kom bûne da piştgiriya xwe ji berevaniya sivîl re diyar bikin, li jêr diruşma ‘’ Rûsya me dikuje û berevaniya sivîl me rizgar dike‘’, her weha duruşma ‘’hûn ji me ne em ji we ne ‘’
Her weha li bajarê Kefer Nubil û gundê Elhirakî li başûrê Idlibê, duh yekşembê, çalakvan û xwendevanên dibistanan kom bûn, û li ser giringiya hebûna endamên berevaniya sivîl û karê wan bo rizgarkirina sivîlan ji bin wêraniyên ji encama bombebarana asmanî ya firokên Rûsya û rêjîmê tekez kirin.
Endamê ‘’kombûna Şebab Kefer Nubil‘’ yê ko çavdêriya kombûna piştgiriyê kir; ji acansa Simart re anî ziman ku amanc ji kombûnê ew e, em li rex endamên berevaniya sivîl rawestin û berevaniya wan bikin.
Birêveberê nexweşxanakê li gundewarê Idlibê Obeyda Dendeş got ku rawestan piştgiriyeke moralî ye ji endamên berevaniya sivîl re, yên ko piştvanên sivîlan in, di dema bombebarana Rûsya û rêjîmê de, û got: Yê ko dixwaze berevaniya sivîl derxîne bila ew ji welatê me derkeve, em û berevaniya sivîl yek in.
Her weha nêzîk sed şagirtî ji dibistana gundê Elhirakî yê bi ser Meeret Elnuman ve rawestaneke pişthiriyê bo endamên berevaniya sivîl rêkxistin kirin. Birêveberê dibistanê Mazin Elebdelah li ser xwepêşindana pirotestokirinê got : ‘’ endamên berevaniya sivîl xelkên herêmê ne, û kes ji wan ji derve nehatiye.‘’
Di heman mijarê de xelkên bajarokê Xan Şêxûn bo piştgiriya berevaniya sivîl derketin rawestanan û siloganên: ‘’berevaniya sivîl xetîreyên ronahiyê ne ‘’ , ‘’ berevaniya sivîl dilên we wek kumên we spî ne‘’ hildabûn.
Tê destnîşankirin ko berevaniya sivîl rêkxistineke serbixwe ye, birîndaran vediguhêze û kuştiyan derdixe û navên wan belgeh dike, li seraserê Sûriyê kar dike, çend xelatên rêzgirtinê wergirtine li ser karê xwe yê rizgarkirina sivîlan ji nav wêraniyê û cihên şer, lê hêzên rêjîmê û Rûsya bi berdewamî navendên wê amanc dikin, û endamên wê jî têne kuştin û birîndar dibin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî