Dam û dezgehên ewlekariyê yên rejîma Esed û çeteyên xwe di kampanyayên girtina bêserûber de berdewam in, li dijî sivîlên li herêmên ku vê dawiyê li gorî peymanên bi darê zorê û garantiya Rûsiya hatine kontrolkirin.
çalakvanên li deverê, diyar kirin ku hêzên rejîmê û bi hevkariya mîlîsên xwe li roja çarşemê, rabûn bi serdegirtina bajarokê Mudîrê li Xûta rojhilata Şamê û zêdetir ji 40 kesên sivîl hatin desteserkirin di çarçovê kampaniyên serdagirtina bi şev ya li ser malan de.
Berî niha di hefteya pêşî ji meha borî de jî ji aliyê hêzên Esed hilmeteke pir mezin ya desteserkirinê hat pêkanîn, ku bi mezintirîn hilmet hat zanîn, her ji kontrolkirina Xûta ji aliyê hêzên Esed di heyva adara borî de, û gelek leşkerên cudabûyî û çalakvanên şoreşê di vê kampanyayê de ya li ser Seqba û Hemoriyê û Dûma û Misraba û Eyn Terma û hin bajarokên El-merc û Cisrîn hatin binçavkirin.
Herwiha bajarê Arbîn û Zamalka ji aliyê hêzên Esed hatin dorpêçkirin, û hemû riyên çûnuhatinê girtin û hilmeteke berfireh ya girtina sivîlan di nava du bajaran de hat pêkanîn, û rê û kolanên di navbera Zamalka û Arbîn û Zamalka û Eyn Terma de hatin girtin ji bo kontrolkirina wê bi carekî, û herdu riyên hatinûçûna sivîlan yên di navbera Zamalka û Arbîn de û riyeke din jî di navbera wê û Eyn Terma de man vekirî.
Her ji kontrolkirina Xûta rojhilat de, hêzên Esed wê bi riya rêbendên xwe perçe dikin, û hin kolanan bi satirên xweliyê digirin, bi armanca neçarkirina otobusan ku di rêbendan re derbas bibin ji bo pişkinîn û girtinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê