Hêzên rêjîma Esed dîsa vegeriyan karê xwe yê binpêkirina peymanên navdewletî û xwecihî. Çalakvanan tekez kirin ku wan hêzan bi operasiyonên topbaranê herêmên navbera herdu layan yên ko di peymanê de ne topbaran kirine, her weha sivîlên parêzgeha Der’a û yên gundewarê Şamê têne girtin, tev ko peymanên lihevhatina kotekî yên ko bi dabînkirina Rûsya çêbûne imze kirine.
Hêzên rêjîmê yên ko li gundewarê başûr-rojhelatê Idlib bicî dibin, çend gund li herêma navbera herdu layan ko ew ji herêmên bêçek in amanc kirine.
Çalakvanan anîne ziman ko îro înê sibehê, topên hêzên Esed gundên Elxelaxîl, Elfircê û derdora gundê Elzerzûr topbaran kirine, her weha duhî rexên başûrê bajêrê Elletaminê û derdora gundê ‘’ Cisir Beyt Elras‘’ bi şeşberên giran gulebaran kirine, her weha herêma lêkolînên zanistî û bajarokê Elmensûre û bajarokên Kefer Hemra û Elleyrmûn li gundewarê Helebê bombebaran kirine.
Ev bombebaran çêbû piştî ko Artêşa Sûrî ya azad ragihand ku wan bendên peymana Idlibê bi tekûzî cîbicî kirine, û hemû çekên xwe yên giran ji herêma navber vekişandine, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko operasiyonên bombebaranê hewildanên rêjîmê ne bo têkbirina peymanê û kontrolkirina herêmê.
Her weha çalakvanan destnîşan kirine ko hêzên rêjîmê xwendevanek ji bajarê Dail girtiye, di dema diçû parêzgeha Laziqiyê bo xwendina zankoyê, tev ko xwendevan karta lihevhatinê ji du mehan ve pêre ye, her weha hêzên rêjîmê heft xort ji bajarê Seqba li xûta rojhelat bê sedemin diyar girtine.
Hevbendiya Niştimanî destnîşan kir ko rêjîma Esed hêj ji hemû pabendiyên xwe yên navdewletî direve, û tekez kir ko amanc jê astengkirina pirosêsa siyasî ye, da nehêle çareseriya siyasî ya tekûz pêk were.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî