Êş û azarên bi hezaran sîvîlên li kampa “El-Rikban” li ser sînorê Sûrya û Urdunê zêdetir dibe, piştî zêdeyî hefteyekê ji sozên Netewên Yekbûyî yên ji bo gihandina alîkarîyan ji kampê re dane, roja pêncşemê, bi dehan kes rastî bihinçikandinê hatin ji ber bahoza xweliyê ya li ser deverê barî.
Çalakvanan ji kampê ragihandin ku ti tevger yan bizav ji bo anîna alîkarîyên mirovahî ji bo kampê nehatin kirin, û bal kişandin li ser bahoza tozê ku êş û azarên sivîlan zêde kirin, ji ber nebûna dermanan bo çareserkirina nexweşiyên bihinçikînê.
Ajansa “Smart” diyar kir ku zêdetir ji 100 koçberî ji ber bahoza toz û bayê rastî bihinçikandinê hatine, û ragihand ku bi dehan xêvetan ketin û diriyan ji ber ba û bahoza xurt.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku derengxistina gihandina karwanên alîkariyên mirovî ji aliyê rejîma Esad de, dê metirsiyê li ser jiyana sivîlan li kampa El-Rikban bêhtir bike , û tekez kiribû ku ev yek binpêkirinek mezin e ji mafên mirovan re û di asta tawanên şer de ye.
Û daxwaz ji rêxistinên hawarhatinê yên navnetewî kiribû ku zarokan rizgar bikin ji ber ku ew yên “herî pêwîstiya wan bi alîkariyan heye” û got ku ew “li benda kesekî ne ku wan ji projeyê birçîkirinê yê ji aliyê rejîmê li dijî wan û malbatên wan tê kirin rizgar bike”.
Hêjayê gotinê ye ku Netewên Yekbûyî ji berî heftiyekê niyaza xwe ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo koçberên kampa El-Rikban ragihand, piştî zêdetir ji heyvekê ji rêgirtina rêjîmê li pêş derbaskirina alîkariyan bo kampê.
Li gorî raporên medyayê, bi hezaran kesên koçber û hezaran koçberên kêmendam, di nav de 1460 jin û 1621 mêr û 4273 zarok in.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê