Alîkarê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî bo kêşeyên mirovî Mark Lokok, duhî duşembê li pêşberî encûmena ewlehiya navdewletî, daxwaza dirêjkirina dema operasiyonên guhastina alîkariyên mirovî bo sivîlan kir, bi armanca derbaskirina karwanên alîkariyên mirovî û gaihandina wan bo kampa Elrikban ya li ser sînorê Urdinê.
Lokok diyar kir ko ‘’ Raportin hene derbarê zarokên bi sedema rewşa tendiristî ya nebaş û nebûna çareserkirinê dimirin, û daxwaza dana rê ji bo derbasbûna karwanên alîkariyê yên bi ser Netewên yekgirtî ve kir.‘’
Alîkarê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî yê bo kêşeyên mirovî, bala encûmena ewlehiyê kişand ser ko ti alîkarî negehane kampa Elrikban ji destpêka vê sale de û rewşa wê aloz e, û berî nuha netewên yekgirtî şembiya bûrî ragehand ko ew dê dema anîna karwanê alîkariyê bi paş ve bixe ji ber rewşa ewlehiyê xerab e.
Lokok got: Giring e operasiyonên gihandina alîkariyên xwarinê ji hêla Netewên yekgirtî ve berdewam bin, û biryara 2165 û ya 2393 bêne dirêjkirin ji ber “pir giring in”.
Her weha balyozê firensî libal Netewên Yekgirtî Firensiwa Dolater got: ‘’ Nayête pejirandin ko rêjîm karwanên mirovî yên ko çend dezgeh tê de beşadar in ji du heyvan ve rawestîne, û istiratîciyeke sizakirinê bikar tîne, çimkî ew gihandina alîkariyên mirovî bo herêmên lihevhatin têde çêbûne asteng dike. Û destnîşan kir ko rewş li kampa Elrikban bobelatî ye. ‘’
Bêtir ji 60hezar derbiderên Sûrî li Kampa Elrikban hene, û li gora birêveberiya kampê, bi hezaran kesên kêmendam di nav wan de hene, 1460 ji wan jin in, û 1621 zilam in, û 4273 zarok in.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî