Li gundewarê Hemayê du zarokan jiyana xwe ji dest dan ji ber teqîna mayinekê ji bermayên operasyonên leşkerî yên rejîma Esad li ser deverê, ku ev çaremîn bûyera mirina bi vî awayî ye di qonaxa nêzîkî mehekê de.
Çalakvanan ji gundewarê Hemayê ragihand ku du zarokên bi navê “Musa Adil El-Şêx” û “Wesîm Ziad El-Şêx,” jiyana xwe ji dest dan, di encama teqîna mayinekê de ji bermayên bombeyên ku hêzên rêjîmê li devera Soran ya li gundewarê Hemayê çandibûn .
Çalakvanan bal kişand ku di meha bûrî de, ev çaremîn bûyera teqîna mayinan e li bakurê Sûriyê, ku bûyera herî dawiyê li gundê “Xifsin” li rojhilatê “Soran” bû, ya bû sedema mirina jinekê, û birîndarbûna 24 sivîlên din.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dibîne ku berpirsyariya van tawanên ji ber danîna mayînan li cihên cuda; dikeve stûyê rejîma Esed, û bal kişand ku ev tawanên nû li zincîra tawanên rêjîmê yên dirêj zêde dibin, yên divê dadgeha tawanên navdewletî ji bo wan dozgeriyên berfireh lidar bixe û kesên berpirsiyar ceza bike.
Ji aliyê xwe de, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan “Human Rights Watch” di demekê pêştir de, bexşîndanên navnetewî (International donors) agahdar kiribûn ji bo pakkirina deverê ji mayinan û hişyarkirina xelkê derbarê babeta metirsiya mayinan, ji bo parastina welatiyên sivîl, herwiha anî ziman ku divê welatên hevsînorê Sûriyê rê li pêş hatina tîmên maliştina mayinan vekin û alîkariyên mirovî bidin derbideran.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê