Îro roja şemiyê, civîna asayî ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê xula 42 hat lidarxistin, têde guftûgoyeke li ser dawîtirîn pêşhatên meydanî yên girêdayî bi asayîş û aramiya li deverên rizgarkirî hat kirin, tevlî gotûbêjkirina rewşa niha ya li derverên di bin kontrola mîlîtanên PYD de.
her weha wê behsa dawîtirîn pêşhatên siyasî yên taybet bi aktîvkirina pêvajoya siyasî ya li Cinêvê, û destpêkirina karê Komîteya destûrî bê kirin, û paşê gotûbêjkirina selikên din yên pêvajoya Cinêv.
Ji aliyê endamên Desteya Giştî, hewldanên rejîmê yên ji bo jikarxistina peymana Idlibê hat şermezarkirin, yên ku bi rêya binpêkirinên cuda cuda bi alîkariya milîsên terorîst yên Îranê dibin, yên bi sedema wan bi dehan kes hatin kuştin, ku dawîtirîn binpêkirin duh li devera Elzelaqiyat li deşta Hemayê çêbû, û di encamê de 23 endamên Artêşa Azad hatin kuştin, her weha di heftiya borî de jî komkujiyek Li gundê “Cercenaz “li deşta Idlibê hat pêkanîn.
Herwiha ji aliyê endamên desteya Giştî mijara aktivkirina Rêveberiya Sivîl li bakurê Sûriyê hat gotûbêjkirin, û tekezî li ser pêwistiya piştgiriyeke bi rastî ji rêveberiya sivîl re hat kirin, û dîtin ku ev yek wê di berjewendiya misogerkirina aramî û ewlehiyê de be, her weha bilindkirina asta pêşkêşkirina xizmetgozariyan ji bo berjewendiyên welatiyên sivîl.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Hevbendiyê Bedir Camûs got ku: “kar li ser hejmarek ji projeyan dibe, ku armanc jê pêkanîna guhertinên bingehîn di rewşa giştî ya deverê de ye, û sûde ji rawestandina operasyonên leşkerî piştî îmzekirina peymana Idlibê tê wergrtin “, û diyar kir ku ev guhertin wê bêne pêkanîn ji bo bidawîkirina rewşa leşkerî û derbasbûna qonaxa Rêveberiya Sivîl, ku wê giringiyê bide dadgeh û polîsan.
Camûs piştrast kir, ku berdewamiya binpêkirinan ji aliyê rejîma Esad, “boçûna me, ya der barê pêwîstiya pêkanîna veguhestina siyasî ya berfireh û rêgirtina li pêşya hewldanên hiştina rejîma Esad piştrast dike “, û bal kişand ser ku “paşeroja Sûriyê girêdayî ye bi avakirina sîstemeke nû ku li gor daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 be”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê