Rojnameyeke Sûrî ya xwecihî diyar kir ko peymana Idlibê alîkarî di vegera aramiyê li bajar û gundên bakurê Sûrî de kir, û evê mijarê hişt ko derbider û penaber li cih û herêmên xwe vegerin û pirojeyên veberhênan û avakirinê destpê bikin.
Toreya Beledî ya nûçeyan di raporteke xwe ya derbarê rewşa jiyanê li bakurê Sûriyê de got ku ‘’ herêm tevgereke avakirinê ya balkêş lê peyda bûye ‘’, destnîşan kir ko ev yek piştî peymana Idlibê çêbûye, ya ko ‘’ zemîneke hêmin û aram peyda kiriye dihêle ku xelk vegerin her weha veberhênan jî çêbibin.‘’
Toreyê li gor gotina endazyar Ebdilxenî Elsebax got ku: ‘’tevgera avakirinê bi şêweyekî diyar xuya kiriye, û bal kişand ser ko bi dehan piroje di karta avakirinê de li herêma Idlibê destpê kiriye. ‘’ ji nav wan pirojeyan pirojeyê Eldahiye Elsekeniyê li bajarê ‘’Kefer Texarîm’’ ya ko 100 xanî têde hene.
Her weha toreyê diyar kir ko tevgera bazirganiyê jî baş bûye, û li gor gotina bazirganekî got: ‘’dîsa bi dehan dikanên bazirganî li kolana giştî ‘’ li bajarê Kefer Texarîm yên ko xwedanên wan berê dest ji wan berdabûn vebûne, çimkî ketibûn ber bombebaranê û di encamê de bi dehan kuştar çêkirine û wê hingê navê kolanê bû (Kolana mirinê).
Di heman pêvajoyê de Tirkiyê vekirina rêbuhêrkek sînorî ya nû bi herêma Efrînê re ragehand û got ku armanc jê hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî ji Tirkiyê bo herêmê ye.
Serokê Hevbendiya niştimanî spasiya ‘’Tirkiyê ji bo bizavên wê derbarê vekirina rêbuhêrka sînorî ya nû kir ‘’ û dibîne ko ‘’ewê geşepêdana abûrî ya herêmê xwutr bike û pêdiviyên deverên gundewarê Helebê yên ko gelek derbider ji ber tawankariyên rêjîmê himêz kiriye dabîn bike ‘’ .
Ebû Mehmûd yek ji kesên digel malbata xwe de vegeriyane got ‘’îro ez dikarim vegerim welatê xwe û bi malbata xwe re bi aramî, dûrî dengê firokên cengê û teqînên mûşekan bijîm, ‘’ got: ‘’em nema ditirsin , jiyan li dibistanan vegeriyaye bê wê tirsa ji mûşekên firokan û guleyên topan yên ko jiyana zarokan û girnijîna wan winda dike ‘’
Peymana Idlibê ya ko 17ê eylûlê di navbera serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokê Rûsya Viladîmêr Potîn de hatiye imzekirin, xweşhaliyeke navdewletî ya berfireh pê çêbû, û xewnên rêjîmê û xwestekên wê di pêkanîna operasiyoneke leşkerî li dijî herêmê têk birin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî