Serokê Komîsyona Niştimanî ya karubarên kesên binçavkirî û bêserûşûn û endamekê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Yasir El-Ferhan, tekez kir ku Washington Post di rapora xwe ya dawiyê de li ser bidarvekirina kesên binçavkirî ji aliyê hêzên rejîma Esed, hişyardariyên me yên me dane civaka navnetewî li ser ku rejîm berdewam e di rêbaza xwe ya terorkirina hemû dijberên siyaseta xwe piştrast dike.
El-Ferhan diyar kir ku rejîma Esad bêdudilî di bin her şert û mercan de bi pêkanîna tawanan radibe, û hişyarî da ku heger rejîm hêza xwe ya leşkerî vegerîne dê dirindetir bibe li dijî hemû dengên li dijberî desthilatdariya xwe.
Wî diyar kir ku ligor belgeyên pêşîn yên rêxistinên mafên mirovan ku zêdetir ji 964 kes her ji destpêka sala 2018’an bi tenê de di bin îşkenceyê di girtîgeh û navendên binçavkirinê de hatine kuştin, ku dê bêdudilî berdewam be li ser kiryar û tawanên herî kirêt li dijî gelê Sûriyê.
Hêjayê gotiyê ye ku Washington Post raporteke dirêj derbarê bidarvekirinan di girtîgehên rejîmê de belav kiribû, û têde diyar kiribû ku girtîgehên pir qerebalix ji kesên binçavkirî ji ber bidarvekirinên bi kom mane vala her ji dema kontrolkirina hinek parêzgehên Sûriyê ji aliyê rejîmê.
Rojnameya navhatî gotibû ku gelek kesên binçavkirî yên bi cezayê mirinê dimirin berî bêne sêderadan ji ber xwarina pîs û nebûna çavdêriya pizîşkî û îşkenceyê, û gelek caran jî ji ber têkçûna rewşa derûnî û psîkolojîkî.
Rojnameya Washington Post diyar kir ku rejîma Esed bersiva daxwaza şîrovekirina me li ser vî babetî neda, û got ku rejîma Şamê bi darvekirina kesên binçavkirî bi carekî mukur nehat, û ti amar li ser hejmara kesên hatine bidarvekirin nedaye, û herwiha ti çavkaniyên serbixwe nînin li ser hejmar kesên hatine bidarvekirin.
Raporta rojnameyê diyar kiriye ku di wêneyên satelîtê yên di meha Adarê hatine girtin de, bi dehan termên reş têne dîtin, ku pisporên pizîşkî dibêjin ku kelexên mirovan in.
Herwiha hin wîneyên din ên satalîtê yên ji navçeyeke leşkerî li nêzîkî Şamê hatine girtin, gorên bikom yên ji aliyê rêxistina lêborîna navdewletî Amnesty eşkera dike, tevlî ku hejmara goran di goristanekê de herî kêm ji destpêka vê salê de pir mezin bûye .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê