Li seranserî bajarên parêzgeha Hesekê Xirstiyanên deverê roja Sêşemê 25-12-2018 cejna jidayibûna pêxmber Isa vejandin.
Xirstiyanên parêzgeha Hesekê mîna Xirstiyanên cîhanê, berê xwe dan dêr û kenîseyan û nimêj kirin, û bi heman helkeftê serdana hev kirin û cejn li hev pîroz kirin.
Kemîl Keriyê, yek ji Xirstiyanên bajarê Hesekê ye, ji peyamnêrê me re diyar kir ku ev roj rojeke pîroz e, û ew mîna Xirîstiyanên cîhanê vê rojê vejîn dikin, û tê de nimêjan dikin û serdana hev dikin .
Serdanên cejna zayîna pêxmber Isa ne ji hêla Xirîstiyana bi tenê ve pêkdihatin, tevaya pêkhatan serdana wan kirin, û cejin li wan pîroz kirin, li gor agahiyên peyamnêrê malpera Hevbendiyê: “Li bajarê Amûdê xwecihiya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS serdana Xirstiynên bajêr kirin, û cejin li wan pêroz kirin”.
Hac Mihemed Emo ku endamê xwecihiya Amûdê ye, ji peyamnêrê me re diyar kir û got: “ pêkhata Xirstiyan yek ji pêkhatên resen e li deverê, û erkê me ye em serdana wan bikin û cejna wan pîroz bikin”.
Tê zanîn ku roja 25-12 an bi roja zayîna pêxmber Isa tê naskirin, û li tevaya cîhanê xirstiyan vê rojê vejîn dikin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî