Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzêm Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ligel Desthilata Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê duhî pêncşembê civîneke awarte lidar xist, têde li ser rewşa mirovî ya aloz ko niştecihên kampên bakurê Sûriyê tê re dibûrin bi sedema bahozên tund yên ji çend rojan ve berdewam in rawestiyan.
Civîngeran behsa pirogramê bersivdana rewşa awarte ji aliyê Desthilata Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya piştgiriyê hem jî pêdiviyên lezgîn û yên giring yên ko ji Netewên yekgirtî û rêkxistinên navdewletî têne xwestin kirin.
Tîma Hevrêzkarên bersivdana hewcedariyên bakur diyar kir ko hejmara yên ziyan li wan bûne bi sedema bahozên baranê bêtir ji 6500 malbatên derbider e, û bal kişand ser ko hejmara çadirên li ber lehiyê çûne bi tekûzî li kampa Etme giha 220 çadirî, û 550 çadirê din tije av bûn.
Hevrêzkaran destnîşan kir ko kampên ziyan li wan nebûye fişareke mezin dîtin bi sedema hatina malbatên ko bi sedema lehiyan derbider bûne, hem jî hejmarek ji malbatan çûne mizgeftên derdorê.
Berevaniya sivîl ya Sûrî ragehand ko ew amade ye û hemû endamên wê amadekirî ne, her weha hevrêzkarên pêverabûnê daxwaz ji hemû rêkxistin û desteyên mirovî yên li bakurê Sûrî kir, ko kar bikin bo hemû tîmên xwebexş têxin amadebaşiyê tako ber bi kampên li ser dirêjahiya otostirada Bab Elhewa û heta Meeret Elnuman tevbigerin.
Her weha Hevbendiya Niştimanî gazî li Netewên Yekgirtî û rêkxistinên navdewletî û yên hawarhatinê kir, bo derbider û koçberan û bi taybetî zarok û birîndaran rizgar bikin.
Idlib û gundewarê Heleb û Hemayê ew tenê cihê ko derbider û koçberên bi kotekî bi destê rêjîma Esed dikarin xwe lê bigirin, û li gora serjimara tîma hevrêzkar pêverabûnê ya bakurê Sûrî herêm dora 1039 kamp ji nav wan jî 133 kampên bêserûber hene.
Çalakvanan di mîdya civakî de kampaniyên piştgiriyê bo niştecihên kampan destpê kirin, tako dengê wan bigihînin cîhanê, û silogana wan ‘’Em bi niştecihên kampan re ne ‘’, ‘’em hemû berpirsiyar in. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî