Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî di daxuyaniyekê de, berdewamiya bêdengiya civaka navnetewî beramber bûyerên li ser erdê li bakurê Sûriyê dibin şermezar kir, ku topbarana bêserûber ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên Îranê ya bi piştgiriya firokên Rûsyayê wek binpêkirinê ji peymana Idlibê re berdewam in.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de berdewamiya armanckirina sivîlan ji aliyê hêzên rejîmê û hevalbendên wê şermezar kir, û got: ” Ew bombebaran dibe wek ku ti peymanek nîne, û ti aliyê gerantor yên guhdarên vê rewşê jî nînin”.
Hevbendiya Niştimanî her êrîşek yan jî pêngaveka li dijî rêkeftina Soçiyê şermezar kir.
Hevbendiya Niştimanî got ku divê cîhan derfetan jidest nede û kar ji bo xistina fişarên bêhtir li ser rejîmê û alîgirên wê bike, ji bo neçarkirina wan li ser pêgiriya rêyeke din, têde pabendiyê bi rawestandina bombebaranê bike, û bi giranî berê xwe bide pêvajoya siyasî li gor biryarên Konseya Ewlekariyê û daxuyaniya Cenevê.
Herwiha daxwaza şopandina bûyerên ji aliyên gerantorên peymana Idlib û hemû aliyên îmzekirî û civaka navnetewî kir, ji bo rê li hember topbarana sivîlan ya bêserûber bigirin, ya bi aramanca kuştin û koçberkirina welatiyên sivîl û kavilkirina bajar û bajarokên wan dibe.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de bang li civaka navnetewî kir ji bo di metirsiya êrîş û zêdegaviyên rejîmê û çekdarên Îranê bighêje, û armancên wê yên rast nas bike, û kar ji bo rawestandina wan û parastina deverê ji encamên xirab bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê