Hejmarek ji kesên ji zindanên rêjîma Esed hatine serbestberdan û malbatên bêseruşûnan, peyamek ji organîzatorên konferansa taybet re ya ji bo “piştgiriya paşeroja Sûriyê şandin “, ku dê di navbera 12 û 14 adara îsal de li paytexta Belçîka Brukselê lidar bikeve.
Rêvebera cêbicêkar ya rêxistina “dewletî” Salma kehala, duhî li roja pêncşemê, ji malperê Enab Baladi re ragihand ku rêxistina wan bi hevkariyê digel Navenda Sûrî ji bo Azadiyê (SCM) û kampanyaya ji bo Sûriyê (Kampanya Sûriyê) piştgiriyê didin çar komên girtiyên berê û malbatên bêseruşûnkirî û girtîyan, ji bo gihandina deng û daxwazên wan ji bo birêveberên kongirê Brukselê.
Kehala got ku Kongirê Brukselê yek ji derfetên bingehîn e ji bo gihandina daxwazên xelkê Sûriyê ji civaka navnetewî re, ji bo civaka navnetewî han bide ber bi standina helwesteke hevbeş li hember dozên girtiyan, û ji bo ku ev herçar kom hev bigirin ji bo pêşvebirina doza kesên hatine bêserûşûnkirin û binçavkirin û windakirin, û mijara sizadanê û zanîna rastiyê, wek karekî sereke yê civaka navnetewî, û daxwaz ji civaka navdewletî bibe ku bi roleke mezintir rabe ji bo çareserkirina van mijaran.
Wê got ku herçar girûp di nameya xwe de daxwaz dikin ku civaka navnetewî û Yekîtiya Ewropayê bi taybetî bi roleke mezintir rabin bi sepandina fişarên diplomatîk ji bo piştgiriya doza girtiyan, li rex Konseya Ewlekariya navdewletî û nunerê nû yê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Gere Pederson.
Herwiha herçar grûpan di peyama xwe de daxwaza mekanîzmayên ji bo zanîna cihê kesên bêserûşûn kirin, û civaka navnetewî û dewletên ewropî bi taybetî çavkaniyên herî girîng in, û îradeya siyasî terxan bikin ji bo piştgiriya sizadana tawanbarên kiryarên îşkence û riftarên xerab digel kesên hatin binçavkirin li Sûriyê, bi riya karînên berdest yên van dewletan ji bo dadgehkirina tawanbaran di dadgehên xwe de, yan jî bi riya piştgiriya mekanîzmayên wekî “mekanîzma navnetewî ya bêalî û serbixwe”.
Û kesên serbestberdayî ji girtîgehên rejîmê û malbatên bêseruşûnan, sêşemê, nameyek ji bo Nûnera Bilind ya ewlehî û siyaseta derve di Yekîtiya Ewropayê de Federica Mogherini re şandibûn, û herwiha ji bo nûnerê nû yê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Gere Pederson, derbarê seyemîn Konferansa Brukselê ji bo “piştgiriya siberoja Sûriyê”.
Nameya ji bo Mogherini, daxwaza xistina fişaran li ser rêjîma Esed û Rûsya kiriye ji bo eşkerekirina çarenivîsa bi sedhezaran kesên wenda, û daxwaza piştgiriya lêkolîna ji bo destnîşankirina nasnameya hemû bêseruşûnan û diyarkirina cenazeyên qurbaniyan, herweha piştgiriya rola kesên hatine serbestberdan û malbatên bêseruşûnan di her pêgavekî dê ya girêdayî be ber bi çareseriya siyasî li Sûriyê.
Tê zanîn ku di kongirê Brukselê her demeke destnîşankirî tê lidarxistin, ji bo piştgiriya paşeroja Sûriyê û herêmê, û rûniştina sêyem ya kongirê sêyem tê bi armanca komkirina pênc milyar dolaran ji bo bersivdana krîzên koçber û penaberên Sûrî yên li welatên cîran, bi taybetî yên li Libnanê, Tirkiyê û Urdunê.
Kongir ji bo cara yekemîn di nîsana sala 2017 de hatibû lidarxistin, û piştre rûniştina duyemîn jî di nîsana sala 2018 de hatibû lidarxistin, û têde komeke alîkariyên diravî ji bo Sûriyê hatibû komkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî