Li meydana şehîdan li navenda bajarê Beyrûtê paytexta Libnanê xwepêşindanin mezin derketin, çalakvanên Sûrî û Libnanî û hinên din ji dewletên erebî duhî yekşembê têde beşdar bûn, û bîranîna heştem ya şoreşa Sûriyê vejandin. Xwepêşinderan alên şoreşa Sûriyê bilind kirin, û siloganên ko daxwaza berdana girtiyan dikin hildan, û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ko miletên serhildêr ji zordariya rêjîmên desthilatdarên wan biparêzin.
Çalakvanan di çalakiyê de anîne ziman ko ev çalakiya şoreşgerî hatiye ji bo bîranîna heştem ya şoreşa Sûriyê ya li dijî rêjîma Esed û binpêkirinên berdewam ji mafên mirovan re li welatên erebî pirotesto bike, û ji bo piştgiriya hemû welatên ko miletên wan dixwazin bi azadî û rûmetê bijîn.
Beşdaran di xwepêşindanê de tekez kirin ko rabûna şoreşên erebî û belavbûna wan li welatên erebî ji encama zordariya rêjîmên erebî ye, û gotin ku rewş li Sûriyê ji welatên din yên erebî cuda ye.
Beşdarên xwepêşindanê gotin ku rêjîma Esed bû sedema kuştina nêzî milyonek kes, û koçberbûna bêtir ji heşt milyon derbider û penaberî, û evro hewil dide civaka navdewletî bixapîne ko ew kêmnetewan diparêze û ew dabînkarê tenê ye bo aramî û ewleyiya herêmê.
Lîsteyeke berfireh a tawankariyên Rêjîma Esed li Libnanê heye, ew berpirsa operasiyonên tirorkirina kesayetiyên niştimanî yên Libnanî ye, û destê wê di operasiyonên teqînên tiroristî de yên ko Libnan amanc kirine heye, hem jî piştgiriya milîtanên hizbullah dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî