Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa dibîne ko vekirina bargehekî taybet bo Hevbendiyê li bajarê Elra’î li gundewarê Helbebê , sibe 24ê nîsanê, wek destpêkê ye ji pêngavên wek wê re ko di dema dahatî de dê bêne avêtin, û bal kişand ser ko Hevbendî dê bargehên xwe li hemû herêmên rizgarkirî veke, û wê karê hundur û yê derve ji hev dabeş bibe.
Mistefa got: ‘’ Hatina Hevbendiyê li ser xakê ne tiştekî nû ye, gelek dezgehên bi ser Hevbendiyê ve ji salan ve li hindir kar dikin, evro û piştî pêngav û bizavên giring em vê pêngavê davêjin, ko dê bargeha Hevbendiyê li hindirê Sûriyê vebe.‘’
Û got: ‘’babetê çakirina xizmetgozeriyan û dabînkirina derfetên kar pêşindeya me ya sereke ye, em bi hêvî ne jiyana hevwelatiyan xweştir bibe û desthilatiyeke rastî li herêmên rizgarkirî çêbibe.‘’
Serokê Hevbendiyê di hevdîtineke taybet bo acansa Damaskî ya ragehandinê got: ‘’Hemû planên me li herêmên rizgarkirî li ser dabînkirina xizmetgozeriyan in, li gor daxwazên ko ji sivîl û niştecihan digehêjin me ‘’
Mistefa got: ‘’Pêdivî bi xurtkirina peywendî hevrêzkariyan di navbera Hevbendiyê û Desthilata Demkî û encûmenên xwecihî de li herêmên rizgarkirî û bilindkirina asta plankirina hevbeş heye, û destnîşan kir ko nuha plan têne danîn bo nûkirina şêweyê avabûna Desthilata Sûrî ya Demikî û pêşvebirina karê wê.‘’
Serokê Hevbendiya Niştimanî anî ziman ku ‘’desthilata Sûrî ya demkî li herêmên Mertala Ferat û Şaxê Zeytûnê û gundewarê Idlibê kar dike, her weha Dr. Cewad Ebû Heteb û tîma wî kar birêve dibin ta serokekî nû bête hilbijartin‘’.
Mistefa dibîne ku xizmetgozerî girintirîn tişt e ko Hevbendî ji hindirê Sûrî re pêşkêş bike, û ew bi karîn û piştgiriya darayî ve têkildar e, em dê dezgehên xwe yên xizmetgozeriyê bipêşve bibin da warê xizmetgozeriyan bêtir kartêker be, û karibin birêveberiya herêmên rizgarkirî bi şêweyekî dirist li gora hêjabûna miletê Sûrî bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî