Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku herî kêm 9 mizgeft li parêzgehên Idlib û Hemayê ji aliyê hêzên rejîma Esed û Rûsyayê, di hefteya pêşî ya meha Remezanê de hatine topbarankirin, û lewra Torê bal kişand ku bi piranî deverên sivîl ên qerebalix têne armanckirin.
Torê got ku êrîşên leşkerî yên berdewam li ser gundewarên Idlib û Hema, bûne sedema wêrankirina navendên girîng yên sivîlan û jikarketina wan, di nav wan de navendên perwerdehî û bijîşkî jî.
Berî niha jî, Tora Sûrî li roja sêşemê, topbarankirina herî kêm 24 dibistanan û 12 xalên bijîşkî li parêzgehên Idlib û Hemayê di navbera 26’ê nîsana 2019, heta 7’ê gulana 2019 de bi belge kiribû.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya sûriyê, Hadî El-Bahra rexne kirin li wan dewletên ku, “bihaneyên exlaqî, yan jî mantiqî derdixin ji bo normalîzekirina peywendiyên xwe bi rejîmê re, tevî ku heta îrojî berdewam e di kuştin û derbiderkirina bi deh-hezaran welatiyan bêguneh”.
Û matmayîn diyar kir ji wan dewletên fişaran dikin ji bo vegerandina penaberên Sûrî ber bi welêt de, hevdem ligel koçberbûna bi sedhezaran kes ber bi deverên ewle, ligor hejmara tora mafên mirovan.
Hêjayê gotinê ye ku gundewarê başûrê parêzgeha Idlib, û gundewarê bakurê Hemayê, rastî hêrîşek herî dijwar hat di çend rojên borî de, û bûne sedema ketina bi sedan qurbaniyên sivîl, tevî hebûna rêkeftina agirbestê ji bo deverê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî