Rêxistina “Human Rights Watch”, îro raportek li ser malpera xwe ya fermî belav kir, û têde ragihand ku herî kêm 16 welatiyên Sûriyê , hinek ji wan wek penaber qeydkirî bûn, ji aliyê Libnanê bi awayekî bilez hatin vegerandin li dema gihiştibûn balafirgeha Beyrûtê li 26’ê nîsana 2019.
“Human Rights Watch” got ku di nav wan kesên hatibûn vegerandin de, bi kêmanî pênc wek penaber li rex “Komîseriya bilind ya Netewên Yekbûyî ya karubarên penaberan (UNHCR) qeydkirî ne “, û diyar kir ku 13 ji wan tirsa xwe xuya kirin ku rastî îşkence û binçavkirinê bibin eger vegerin Sûriyê.
Human Rights Watch got ku “ti derfeteke rast nehat dan ji bo wan welatiyên Sûriyê ku daxwaza mafê penaberiyê bikin yan jî biryara vegerandinê red bikin, lê bi naçarî li ser formên razîbûna vegerê bo welatê xwe îmze kirin “.
Cêgira birêvebirê beşa Rojhilata Navîn li Human Rights Watch, Lema Faqih, daxwaz ji rayedarên Libnanê kir ku “ti kesekî venegerênin Sûriyê, bêyî ku berî wê derfeteke dadmend bo wan were dayîn ji bo piştrastkirina pêwîstiya wan bi parastinê û misogerkirina ku rastî metirsiyeke rasteqîn û zilmê yan jî îşkence yan jî her ziyaneke din nebin.
Li gorî raporta rêxistina mafên mirovan, Libnan wek aliyekî di nav “Peymana dijberiya Îşkenceyê” de; neçar e pabend be ku ti kesî venegerîne li dema ku sedemên rast hebin ku dê rûbirû rîsk û îşkenceyê bibin.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got ku Libnan pabend e bi prensîba yasa navnetewî ya venegerandina bi neçarî, ya ku vegera mirovan bo deverên ku dibe li wan rûbirû zilmê, yan jî rîska rast ji îşkenceyê, yan jî riftarên tund û namirovî bibin û jiyana wan têkeve rîsk û tirsê de qedexe dike.
Raportê li ser devê hin rêxistinên nefermî yên li gel penaberên li Lubnanê kar dikin, ragihand ku “Rêvebiriya Ewlekariya gelemperî”, dezgeha serperştkar ya ji bo hatinûçûna biyaniyan li nav Libnanê, bi kêmanî 30 welatiyên Sûrî ji balafirgeha Rafiq Herîrî ya Navnetewî ya li Beyrûtê di vê salê de vegerandine.
Tê zanîn, ku her ji sala 2017’an ve siyasetmedarên hevpeyman ligel Hizbullaha terorîst, banga vegerandina penaberan ji bo Sûriyê xurtir kirine, û rayedarên Libnanê fişaran têxin li ser Komîsyonê ji bo organîzekirina vegerê, tevî şert û mercên bi tirs û giran ên vegera penaberan, hevdem UNHCR got, ku ew nikarin vegerê bi penaberan xweş bikin yan jî wan radest bikim berî ku rewş li Sûriyê ewle bibe.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî