Raporteke mafnasiyê tekez kir ko rêjîma Esed di heyva remezanê û cejna rojiyê de operasiyonên xwe yên leşkerî bêtir kirine, di encamê de dora 19 hezar kes şehîd ketine û bi sedan mizgeft wêran bûne di neh salên bûrî de, û raport dibîne ko ew binpêkirineke dutaq e.
Ew agahî di raporteke toreya Sûrî ya mafên mirovan de hatine, ya ku tê de qurbaniyên di heyvên remezanê û cejna piçûk ji sala 2011ê ve heta 2019 serjimar kirine.
Toreyê diyar kir ko hejmara qurbaniyên sivîl di wê demê de 18974 kes in, 16114 ji wan bi destê rêjîma Esed hatine kuştin, 2196 ji wan zarok û 1967 jin in, her weha hêzên Rûsî 246 sivîl kuştine 46 ji wan zarok û 51 jin in.
Her weha milîtanên PYD berpirsiyarên kuştina 156 sivîlan in, ji nav wan 27 zarok û 16 jin in, û hêzên hevpeymana navdewletî jî 307 sivîlên ku 174 ji wan zarok û 49 jin in kuştine, û rêkxistina Daiş 1137 sivîl ji nav wan 89 zarok û 102 jin in kuştine, li gora di raportê de hatiye.
Raportê bal kişand ser ko di heyva remezana bûrî de operasiyoneke leşkerî li dijî herêma kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê pêk hat, toreyê got ko wê ev kampanya çavdêrî kiriye û got: ‘’Operasiyonên bombebaranê bêtir bûne û sivîl rasterast ‘’ bi destê hêzên Rûsî û yên rêjîmê hatine amanckirin.
Diyar kir ko wan hêzan çekên wêrankirina tund û berfireh û çekên qedexe ji nav wan yên kîmawî, di êrîşa li ser gundê Elkabîne li gundewarê Lazqiyê yê rojhelat bikar anîne.
Raport dibîne ko kuştina sivîlan û amanckirina cihên xwedaperestiya wan di heyva rojiyê û cejnê de binpêkirineke dutaq e, û dibe ku ew sivkatiyek bi olan be, her weha mezhebperestiyê û jihevketina civakê kûrtir dike.
Raportê tekez kir ko yasaya navdewletî hişyariyê dide ku cihên oldarî nekevin ber çi êrîşan, û dibîne ko çi êrîşa bi mebest tawankariyeke cengê ye, û raportê destnîşan kir ko rêjîma Esed gelek caran bermîlên teqîner û mûşek avêtine.
Raportê daxwaz ji rêkxistina Yonisko kir ko bêtir wêraniyê û ziyana gehayî cihên perestinê diyar bike, û berpirsiyarên wêranî û bombebaranê destnîşan bike, û daxwaz kir ko hêzên navnetewî têwerdanê bikin, ji bo parastina sivîlan û cihên perestina wan.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî