Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, bi helkefta roja cîhanî ya penaberan, di daxuyaniyekê de berpirsyariya trajediya penaberên Sûriyê xist stûyê rejîma Esed, û bi “mezintirîn trajediya penaberiya vê serdemê” da zanîn.
Hevbendiya Niştimanî got ku rejîma tawan û terorê, Sûriya xist di nava trajediyek berfireh de, ku beşên wê behsa çîrokên penaberên Sûriyê dikin, yên ji encama kiryarên dirindane yên rejîmê, û bal kişand ku “ew ji dojeha qirkirinê reviyane û di mercên bobelatî û zehmet de dijîn”.
Û diyar kir ku tevî hin destpêşxeriyên navnetewî ji bo çareserkirina vê krîzê, û hewldanên baş ji piraniya welatên penageh, lê di heman demê de asta têkçûna civaka navnetewî li hemberî parastina yasa navnetewî, û pêkanîna biryarên Konseya Ewlekariyê û komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî, û karvedanên vê yekê li ser doseya Sûriyê û krîza penaberên wê eşkere dibe.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku di bin sîbera berdewamiya zêdegaviyan de, rewşa penaberan ya mirovahî û civakî xirabtir dibe, tevî ku êş û zehmetiyên wan li welatên penageh zêdetir dibin, bi taybetî li hin welatan weke Libnanê, ku dezgehên wê ti rêzê li mafên penaberan û yasayên navnetewî yên penaberan nagirin.
Daxuyaniyê tekez kir ku di heman demê de, kesên koçber li navçeyên di bin kontrola rejîmê de rastî şêweyên cuda yên çewisandin, girtin, binçavkirin û îşkencê dibin, û got ku ev yek dibe di çarçoveyê “bi bikaranîna rêbaza xwe ya li ser tundûtîjî, talan û desteserkirina malê welatiyan ava kirine”.
Hevbendiya Niştimanî, hişyarî da ji rîskên cidî li ser penaberan, bi taybetî jî li ser wan kesên ku bi darê zorê û di bin gelek fişaran de têne vegerandin, û piştrast dike ku vegerandina her penaberekî Sûrî di dema niha de jiyana wî têxe di bin metirsiyeke mezin de.
Hevbendiya Niştimanî dubare tekeziyê li ser pêwîstiya rêzgirtinê li yasayên navnetewî û peymanên parastina penaberan û qedexekirina binpêkirinên dijî wan kir, û darizandina her kesê ku xelkê li dijî penaberan sor bike, yan jî mafên wan yên rewa binpê bike.
Hevbendiya Niştimanê ji bo wefadariya bi xwîn û qurbaniyên mezin yên gelê Sûriyê re, bang li cîhanê kir ji bo bizaveke cidî bike li dijî planên rejîmê û hevalbendên wê, ya hewla pêkanîna bobelateke mirovî ya nû li dijî bakurê Sûrîyê û koçberkirina bi sed-hezaran welatiyên sivîl ji wê deverê dide.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî